'Heta dawî em ê şopdarên dozê bin'

  • 12:57 29 Kanûn 2022
  • Rojane
 
SÊRT - Serokwekîla HDP’ê Meral Daniş Beştaş têkîldarî bûyera tecavûzê ya li Sêrtê civîna çapemeniyê li dar xist û destnîşan kir ku bi destê darazê ser bûyerên êrîşa zayendî tê girtin.
 
Serokwekîla Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Meral Daniş Beştaş, li ser zêdebûna bûyerên destdirêjî û êrîşên zayendî yên li Sêrtê, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Sêrtê civîna çapemeniyê lidar xist.  Meclîsa Jinan a HDP û aktîvîstên Tevegera Jinen Azad(TJA) tevli civînê bûn.
 
Meral diyar kir ku li Sêrtê ser bûyerên destdirêjî, êrîşa zayendî û qetilkrina jinê tê girtin û got: “Di demên dawîn de daraz derheqê bûyerên destdirêjî û êrîşên zayendî de her diçe polîtîkayên bêcezahiştinê kûrtir dike. Bi taybetî bi wê bûyera tecawîzê ya li Weqfa Hîranûrê re  zêdetir ket rojevê. Li Sêrtê 8 sal berê jina bi navê Kader Ertem ku hatibû qetîlkirin wekî întîhar kiribe ket rojevê û ser dosyaya wê hatibû girtin. Kader ji aliyê bavê mêrê ku pê re hatibû zewicandin ve bi hovanê hat qetilkirin. Dîsa li Perwarîyê zarokek bi salan bi êrîşa zayendî re rûbirû maye. Ew kesên ku êrîşa zayendî li zarokê kirine jî Huseyîn Tapar ê 65 salî û Hamît Şener ê 35 salî ye. Huseyîn xizmê zarokê ye û gelek caran êrîşa zayendî li zarokê kiriye û ji bo ku ew êrîş dernekeve holê gef li zarok û malbata wê xwariye. Hamît jî gef li zarokê xweariyê.  Zarok dema ku êrîşa zayendî lê hatiye kirin 11 salî bûye. Kiryaran bi gefên ku xwarine xwestine ser bûyerê bê girtin.
 
‘Ne zarok ne jî malbata wê bi tenê ye’
 
Meral, destnîşan kir ku divê Wezîra Malbat û Civakê ji peywira xwe îstîfayê bike û got: “Malbata zarokê piştî êrîşa zayendî dibihîze gilî dike û banga piştgiriyê kirine. Derheqê bûyerê de 2 lêpirsin hatine destpêkirin. Daraz derheqê wan lêpirsinan de biryara neşopandinê da. Piştî ku ji wê biryarê re nerazîbûn û bertek hatin nîşandan, zarok birin strargehê û biryara neşopandinê rakirin. Di vê mijarê de em dibînin ku sûcekî gelek mezin li holê heye. Huseyîn Tapar û Hamît Şener hê jî li derve ne û serbest digerin. Piştî van pêkanînan jî hîna li malbatê gefan dixwin. Em ji vir bang dikin ku ne ew zarok ne jî malbata wê ne bi tenê ye. Em ê heta dawiyê mafên wan biparêzin û şopdarên dozê bin.”