Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê didome

  • 10:55 29 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya piştî qetilkirina jina kurd Jîna Emînî hat destpêkirin, didome.
 
Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê çalakiyên çilrojiya şehîdên raperînê, nerazîbûn berdewam dikin, lê rejîma Îranê li pêşiya merasîma çileya şehîdan dibe asteng. Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê piştî ku jina Kurd Jîna Emînî di meha Îranê de ji ber îşkenceya ‘Polîsên exlaqî” jiyana xwe ji dest da, xwepêşandan û çalakiyan dest pê kir. Di çalakî û xwepêşandan de ji ber êrişên hêzên Îranê 476 xwepêşanderan jiyana xwe ji dest dan.
 
Gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê jî bi bibîranîna şehîdên raperînê nerazîbûnên xwe berdewam dikin. Li gel zext û astengiyan jî ji bo aktîvîstên ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatin qetilkirin, li bajarên Bokan û Mehabadê yên Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên bibîranînê hatin lidarxistin.
 
Li bajarê Bokanê, Şehriyar Mihemedî bi tevlîbûna gelek kesî di çileya şehîdbûna xwe de hate bibîranîn. Di merasîmê de kevokên spî ku tê wateya azadiyê hatin firandin.
 
Li gundê Koste yê bajarê Bokan Mîlad Merûfî jî di çileya şehîdbûna xwe de bi tevlîbûna gelek kesî bi merasîmekê hate bibîranîn. Di ser gora wî dirûşma, “Şehîd narimirin’ hate gotin. Di merasîmê de dayika Mîlad ev tişt got: “Kurê min şehîdê rêya azadiyê ye. Şehîdê Kurdistanê ye. Serbilind im.”
 
Li Bokanê hêzên zilmkar ên Îranê êrişî merasîma bibîranîna Mîlad Merûfî kirin. Her wiha Xefûr Mewlûd jî bi merasîmekê hate bibîranîn.
 
Li bajarê Mehabadê jî Mihemed Rehmanî li gundê Qalûzndan di çileya xwe de hate bibîranîn. Di merasîmê de dirûşmên şoreşgerî hatin qîrkirin.
 
Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê, ji destpêka xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve herî kêm 476 kes hatine kuştin û cezayê darvekirinê li 100 kesan hatiye birîn.
 
Herwiha nêzî 19 hezar kes hatine binçavkirin û girtin.