ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2022'YAN

  • 09:00 29 Kanûn 2022
  • Rojev
 
*Ji ser salvegera Komkujiya Roboskiyê 11 sal derbas bûn. Malbatên zarokên wan bi balafirên dewleta tirk hatin qetilkirin bal kişandin ser têkoşîna didome û wiha gotin:"Heta ku kujerên zarokên me diyar nebin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin." BI DÎMEN 
 
* Hevberdevka HDP’ê Ebru Gunay geşedanên salekê yên di siyaseta Tirkiyeyê de nirxand û da zanîn ku berxwedana jinê veguheriye xeta têkoşîna enternasyonal û got heqîqetek heye wê sedsala 21’ê bibe sedsala jinê. PANORAMA- BI DÎMEN 
 
Hunermendên kurd bertek nîşanê êrişa li hember Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê pêk hat, dan û diyarkirin ku ji ber rastiyên di komkujiya Parîsê ya 2013’yan derneketin holê ya duyemîn hat kirin. BI DÎMEN 
 
*Jinan bertek nîşanê biryara dadgehê ya di doza Denîz Poyraz de dan û diyar kirin ku darizandin nehatiye kirin û gotin: "Heta em nebêjin doz qediyaye, wê neqede. Ji bo gumanbar derkevin holê em ê li qadan bin." BI DÎMEN 
 
*Têkildarî êrîşa zayendî ya li Sêrtê dê Serokwekîla HDP’ê li Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Sêrtê daxuyanîyê bide.(10.30)