Yekîtiya Jinên Ermen li dijî komkujiya Parîsê daxuyanî da

  • 14:54 28 Kanûn 2022
  • Rojane
HESEKÊ - Yekîtiya Jinên Ermen a Kantona Hesekê êrişa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Jinan gotin:"Em wekî jinên Ermen vê bêdengiyê bi tundî şermezar dikin û banga derketina li qadan dikin da ku ev kiryar û siyasetên tunekirinê em têk bibin."
 
Di 23’yê Kanûnê de li paytexta Fransa Parîsê komkujiyek pêk hat û di encamê de Endama Tevgera Jinên Kurdistanê Emîne Kara, ji Tevgera Çandê hunermed Mîr Perwer û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil jiyana xwe ji dest dan. Îro Yekîtiya Jinên Ermen êrişa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya daxuyanî li ber Meclisa Civaka Ermen a taxa Kebaba ya bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevlîbûna bi dehan jinên Ermen dan.
 
‘Li ser me wek erkeke ku em her li qadan bin û têbikoşin’
 
Daxuyaniya ku  ji aliyê Endama Yekîtiya Jinên Ermen Maral Rabinson hate xwendin wiha bû: “Em destpêkê de sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re dixwazin, her wiha em vê komkujiyê şermezar dikin. Dewamkirina kiryar û sûcên vî dijminî helwesta me zêdetir dike. Li ser me wek erkeke ku em her li qadan bin û têbikoşin. Dijminê gelê Kurd dijminî gelê Ermen e jî, wisa bi armanc û zanebûn bi nêzîkbûna salvegera komkujiya Parîsê ya ku di sala 2013’yan de di kesayeta şehîd Sara, Ronahî û Fîdan de pêk hat, vê dema ku nêzî salvegerê, komkujiyeke din pêk anî. Lê bila dewleta tirk û hevalbendên wê baş bizanin, em ê tola xwe ji wan bigirin û bi rêxistinbûyîna me û bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ em ê kiryarên qirkirinê têk bibin.”
 
Banga derketina li qadan 
 
Endama Yekîtiya Jinên Ermen Marî Erdmiyan ku beşdarî daxuyaniyê bûbû teqez kir ku bêdengiya hikûmeta Feransa hevkariya pilanê qirkirinê nîşan dide û wiha nerazîbûna xwe parve dike: ”Dewletên hegemon çawa ku li hemberî komkujî û kuştinên siyasî yên ku dewleta tirk li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê pêk tîne bêdeng dimînin, li dijî kuştinên siyasî û lîncên nîjadperest ên dewleta tirk li welatên Ewropa bi rêxistin dike jî vê bêdengiyê diparêzin. Li vê derê cardin diyar dibe ku ji bo dewlet û rasmaliya Fransayê berjewendiyên li gel hikûmeta Erdogan, ji têgehên wê yên maf û adaletê giranbuhatir in. Ji bo ku feydeyên bazirganiyê û polîtîkayên jeo-stratejîk zirar nebînin, dewleta Fransa qanûn û hiqûqa xwe jî binpê dike, serweriya li ser axa xwe feda dike. Lewma dadwerî û polîsên Fransî li hemberî gef û êrîşên hikumeta faşîst a tirk, xwe ji bo parastina gel û saziyên civaka Kurdan berpirsiyar nabînin. Berovajî wê dewleta Fransa kujerên jin, siyasetmedar, hunermend û kujerên welatparêzên Kurd diparêze. Em wekî jinên Ermen vê bêdengiyê bi tundî şermezar dikin û banga derketina li qadan dikin da ku ev kiryar û siyasetên tunekirinê em têk bibin.”
 
Daxuyanî bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî “ bi dawî bû.