Kongreya Star li dijî bikaranîna çekên kîmyewî daxuyanî da

  • 12:53 28 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê Kongreya Star daxuyanî da. 
 
Meclîsa Kongreya Star bi daxuyaniyekê êrişên dewleta tirk ên li ser gelê Kurd û Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin, bêdengiya li hemberî dagirkeriya dewleta tirk, sûc e û êrişên wê yên bi çekên kîmyewî ewlehiya herêmê xirab dikin û wiha hat domandin: "Siyasetên qirkirin û îmhayê yên li dijî gelê Kurd berdewam in. HPG'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê li hemberî êrişan dewleta tirk a faşîst li ber xwe dide. Berxwedana ku hêzên me li lûtkeyên çiyayan raber dikin, dijminê mirovahiyê ditirsîne, ji ber vê yekê hewl didin bi êrişên bi çekên qedexekirî vê berxwedanê bişikînin.
 
Careke din zîhniyeta faşîst a terorîst a Tirkiyeyê li ber çav û guhên civata navneteweyî sûcekî nû kir ku li lîsteya sûcên wê yên li dijî gelê me yê Kurdistanê û tevahî gelên herêmê zêde dibe. Ev ne sûcê yekemîn e ku xetên sor derbas kirine. Di nava bêdengiyeke metirsîdar de çekên kîmyewî yên ku di qada navneteweyî de qedexe ne, li gelek herêman li dijî gelê me bi kar anîn, mîna bêdengiya naveteweyî ya 19'ê Cotmeha 2022'yan e dema ku şehadeta 17 gerîlayan hat ragihandin.”
 
Meclîsa Kongreya Star destnîşan kir ku divê hêzên herêmî û civata navneteweyî bi awayekî durist pirsgirêka Kurd wek rastiyeke dîrokî û aktora ewle ya diyarkirina siberoja herêmê, mîsogerkirina daxwazên rewa yên gelê Kurd fehm bikin. Meclisê got: "Divê hêzên navneteweyî û civata navneteweyî nas bike ku têkoşîna gelê Kurd a li hemberî planên dagirkeriyê yên Osmaniya Nû ji bo gelên herêmê ye."
 
Di daxuyaniyê de hate gotin ku civata navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî bepirsên terora rejîma Tirk in û hate gotin: "Em teqez dikin ku ev bêdengî û bêcesaret dihêlin ku bibin hevkarên vê terorê. Em diyar dikin ku divê helwesteke navneteweyî li hemberî Tirkiyeyê hebe, zextê lê bike bila dijminahiya xwe ya li hemberî gelê me rawestîne. Kiryarên rejîma Tirk li dijî qanûnên naveteweyî, mirovî û qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî ne."
 
Meclîsa Kongreya Star bang li gel, tevahî hêzên siyasî û nîştimanî yên Kurdistanî û demokratan kir ku ji bo parastina gel û destkeftî û nirxên wê xwe bi rêxistin bikin, hemû îmkanan bixin seferberiyê û têkoşînê li gorî rêgezên şerê gel ê şoreşgerî xurt bikin.