Ji bo Zeynep Celaliyan li Osloyê belavok hatin belavkirin

  • 12:27 28 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdistaniyên li Osloyê tevî dostên xwe ji bo Zeynep Celaliyan a nêzî 16 sal in li Îranê girtî ye, li hev kom bûn. Jinan daxuyanî dan û belavok belav kirin. 
 
Ji bo aktîvîsta Kurd Zeynep Celaliyan ku nêzî 16 sal in li Îranê dîlgirtî ye, li paytexta Norwêc Osloyê çalakî hate lidarxistin.
 
Çalakî bi pêşengiya Civaka Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ve li qada stasyona trenê ya navendî ya Osloyê pêk hat û Kurdistanî tevî dostên xwe tevlî bûn.
 
Bi navê Komîteya KJAR'ê ya Norwêcê Rojîn Alîpanah têkildarî Zeynep Celaliyan û girtiyên siyasî yên jin ên li Îranê daxuyanî da. Her wiha belavok hatin belavkirin.
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku demeke dirêj agahî ji Zeynep Celaliyan nayê wergirtin û rewşa wê ya tenduristiyê ne baş e.
 
Bi navê Federasyona Girtiyên Siyasî yên Kurdistanê Fexredîn Lutfî jî li çalakiyê axivî û têkildarî girtiyan agahî da.
 
Di çalakiyê de tim û tim dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî", "Azadî ji bo girtiyên siyasî" hatin qîrîn.