Malbata Şenyaşar: Em di doza xwe de mafdar in

  • 11:53 28 Kanûn 2022
  • Rojane
 
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar di roja 660’emîn de berdewam dike. Malbatê di çalakiya xwe de wiha got: "Rêya me rêya edalet û demokrasiyê ye.”
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ku Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li ber deriyê Edliyeya Rihayê daye destpêkirin, di roja 660’emîn de berdewam dike. Çalakiya nobeta edaletê ku Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe nekarî tevli bibe, kurê wê Ferît Şenyaşar didomîne. 
  
Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Rêya me jiyaneke layiqî rûmeta mirovahiyê ya di nava aştiyê de ye. Rêya me rêya edalet û demokrasiyê ye. Rêya me rêya hemwelatiya wekhev e, rêya azadiyê ye. Her kes baş dizane ku em di doza xwe de mafdar in.”