Qêrina ‘Jin jiyan azadî’ li Rojhilat dewam dike

  • 10:02 28 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildana "Jin jiyan azadî" tevî êrişa Îranê li Rojhilatê Kurdistanê bê navber dewam dike. 
 
Duh li bajarên Mihabad, Bokan û Baneyê merasîmên çileyên gelek xwepêşanderên ji aliyê dewleta Îranê ve hatine qetilkirin, hate kirin. Li bajarê Mihabad sedan kes di çileya Azad Hisên Pur, Mihemed, Ehmed, Galgeş, Kemal Ehmedpur de kombûn. Kesên tevlî çileyê bûn bê navber dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Jin jiyan azadî" qêriyan.
 
Li bajarê Bokanê merasîma çileya Hîwa Cancan ku li heman bajarî di xwepêşandanan de hatibû kuştin, hate kirin. Di merasîmê de bê navber dirûşmeyên "Şehîd namirin’ û "Jin jiyan azadî" hate qêrîn.
 
Li bajarê Bane xizmên Aso Qadirê ê di li heman bajarî di xwepêşandan de hatibû kuştin, serdana gora wî kirin û hate bibîr anîn.
 
Duh li bajarê Terwêzê jî merasîma çileya Ayal Heqî û Elî Êraq vegeriya xwepêşandanê. Di heman demê de li Tahranê jî merasîma çileya Hemîd Reza Ruh hate lidarxistin.
 
Li welatên Ewropayê jî piştgiriya ji bo serhildanan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber dewam dike.
 
Xwepêşandan û serhildana "Jin jiyan azadî" ya ku di 16’ê îlona 2022’yan de destpêkirî, hîn jî bê navber dewam dike. Li gorî daneyên dawî yên Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê heya niha 476 kes di xwepêşandanan de ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.