EŞÎK: AKP rêgeza wekheviyê bin pê dike

  • 15:37 27 Kanûn 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Derbarê kampanyaya îmzeyan a ku li dijî pêşniyara AKP'ê ya guhertina makeqanûnê ya li ser laçikê dane destpêkirin de, EŞÎK bang li partiyên mûxalîf kir ku bêjin “na”. 
 
Platforma Jinan a Ji Bo Wekheviyê (EŞÎK)  der barê kampanyaya îmzeyan a ku li dijî pêşniyara AKP'ê ya guhertina makeqanûnê ya li ser laçikê dane destpêkirin de li Yekîtiya Mulkiyeyiyan civîna çapemeniyê li dar xist. Saziyên îmzekar Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Bijîşkan a Tirk (TTB), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger ên Tirkiyeyê (DÎSK), Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Rojeva Mafên Mirovan (ÎHGD), Yekitiya Ekolojiyê, (ÇYDD), Federasyonên Elewiyan, LGBTÎ û gelek kesên din tevlî civîna ku pankarta “Muzakereyê jî nekin, ji guhertina makeqanûnê re na” hat vekirin. 
  
Li ser navê nûnerên saziyan endama EŞÎK’ê Sevilay Çelenk metna çapemeniyê xwend û xwest ku tu partiyên muxalefetê tev li civîna pêşniyara AKP'ê ya guhertina makeqanûnê ya li ser laçikê nebin û bang kir ku partiyên muxalefetê dengê “na” bidin. Sevilay, destnîşan kir ku pêşniyara AKP’ê ya makeqanûnê rêgeza wekheviyê bin pê dike.