'Bila li Ahmet Davutoglu û Umit Ozdag bên guhdarîkirin'

  • 15:34 27 Kanûn 2022
  • Hiqûq
ENQERE - Di doza Komkujiya Gara Enqereyê de hat xwestin ku Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû û Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag werin guhdarîkirin û derbarê wan de gilî bê kirin. 
 
Li ber Gara Enqereyê di 10’ê Comteha 2015’an de DAIŞ’ê li dijî mitînga “Aştî û Demokrasiyê” teqînek xwekuj pêk anîbû û di encama êrişî de 103 kesan canê xwe ji dest dabû. Danişîna 18’emîn a dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat lidarxistin. 
Erman Ekîncî, Îbrahîm Mûrat Akca, Talha Guneş, Haci Alî Dûrmaz û Resûl Demîr yên DAIŞ’ê ku bersûcên dozê ne bi Rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê hatin kirin. 
 
Gelek parêzer, malbatên qurbaniyan, nûnerên KESK, DÎSK, ÎHD, rêveberên partiyên siyasî beşdarî danişînê bûn. Danişînê bi tespîta nasnameyan û xwendina belgeyan dest pê kir. 
 
Di danişînê de bi hêceta vekişandina ji dozê, parastina parêzerê Erman Ekîncî nehat girtin. 
 
Parêzerên dozê parastin kirin û xwestin Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû û Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag werin guhdarîkirin û derbarê wan de gilî bê kirin. 
 
Heyeta dadgehê derbarê bersûcan de dewama girtinê da û her wiha biryara muzakereyên bo Wezareta Dadê hatine nivîsandin bên sekinandin û ji bo krokiya qada teqînê bê kirin da. Heyeta dadgehê bi hinceta ku qonaxa ku dosye gihîştiyê daxwaza vekolînê ya parêzeran red kir û danişînê taloqî 23’ê adarê kir.