Li Rojhilat raperîna 'Jin jiyan azadî' berdewam dike

  • 11:59 27 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Raperîna bi pêşengiya jinan a bi dirûşma "Jin jiyan azadî" ligel êrişên tund li bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike. 
 
Li seranserî Rojhilatê Kurdistanê û Îranê zêdetirî 100 roj in xwepêşandan û çalakiyên nerazîbûnê berdewam dikin. Heta niha di navan çalakiyan de nêzî 500 kesî jiyana xwe ji dest dane. Li gel berdewamkirina nerazîbûnan merasîmên bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane jî tên kirin. Li gel sersaxiyên sê rojî, di hefteya yekem de û çilrojiya qetilkirina wan de xwepêşandan û çalakiyên bîranînê tên kirin.
 
Duh li Goristana Ayçî ya bajarê Seqizê ango heman goristana Jîna Emînî hê hatiye veşartin, merasîma çilrojiya Danyal Babendî yê 17 salî pêk hat. Di merasîmê de ku sedan kes amadebûn, dirûşmeyên, “Jin, jiyan, azadî”, “Şehîd namirin” û gelek dirûşmeyên din li dijî desthilatê gotin.
 
Li bajarê Sine jî merasîma çileya Aram Hebibî yê hatî qetilkirin, li Goristana Beheşt Mihemedî ya li heman bajarî pêk hat. Di merasîmê de dirûşme hatin avêtin û weke sembola azadiyê kevokên spî hatin berdanê. Aram Hebîbî ji berî 40 rojan di dema veşartina cenazeyê Daryoş Elîzade de ji aliyê hêzên leşkerî yên Îranê ve hate qetilkirin.
 
Herwiha li gorî dîmenên li ser torên civakî tên parvekirin, duh li bajarê Bokan li hinek dibistanan xwendevanên jinên ciwan çalakiyên nerazîbûnê kirin.
 
Li bajarê Êze yê parêzgeha Xuzistanê jî bi tevlîbûna sedan kes merasîma çileya Kiyan Pîr Felek ku yek ji zarokên di xwepêşandana vî bajarî de jiyana xwe ji dest dabû pêk hat. Di merasîmê de dirûşmeya, “ Mirin ji dîktator re” û “Mirin ji Xamneyî re” hatin berzkirin. Di merasîmê de hate diyarkirin ku hêzên dewletê bikujên xwepêşanderane.
 
Li bajarê Deştî yê parêzgeha Hurmizgan jî çileya Hemid Murayî di xwepêşandan de hatibû qetilkirin, pêk hat. Di merasîmê de li hemberî desthilata Îranê nerazîbûn nîşan dan.
 
Li Raperîna “Jin, jiyan, azadî” de nêzî 19 hezar kes hatine girtin û cezayê darvekirinê li 40 kesan hatiye birîn. Herwiha nêzî 500 kes hatine qetilkirin. Di merasîmên duh ên çileya kesên di meha mijdarê de jiyana xwe ji dest dane, hinek dirûşmeyên wan ji bo piştgiriya girtiyên siyasî û li dijî cezayê darvekirinê bûn.