Panoramaya Rojava ya 2022’yan: Jinan Şoreşa xwe bi rêxistin kirin

  • 09:03 27 Kanûn 2022
  • Rojane
Medya Uren
 
AMED - Sala 2022’yan, jinên Rojavayê Kurdistanê li hemberî hişmendiya zayendperest a mêr û êrişên dewleta tirk, komên girêdayî wê şoreşa xwe ya 10 salan bi rêxistin kir, bi berxwedan û zêdebûyînê re mezin kirin.
 
Di sala 2021’ê de dewleta tirk û komên girêdayî wê, jinên şoreşger ên di têkoşîna rizgariya Rojava de pêşengî kirine hedef girtin û xwestin bi vî rengî darbeyê li destkeftiyên jinan û gelê Kurd bixin. Jinan li hemberî êrişan teza ku wê sedsala 21’emîn bibe sedsala jinê careke din teqez kirin û şoreşa 10 sal in berdewam dike gihandin lûtkeyek jortir. Jinên ku her roja xwe têr û tije derbas kirin tora xwe ya rêxistinê bi hemû rengan berfireh kirin.
 
Me panoramaya sala 2022’yan a Şoreşa Rojava, berxwedan û serkeftinên jinan berhev kir.
 
Meha yekem ya salê, Çile: Ji bo salvegera avabûna Konreya Star jin li qadan bûn
 
Çileya ku weke meha komkujiya li ser jinên pêşengên rêxistina azadiya Kurdistanê tê zanîn bi bîranîna sê jinên siyasetmendar Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez re dest pê kir. Jinan di heman demê de ji bo şermezarkirina êrişa dewleta tirk û komên girêdayî wê ya li ser Kobanê ku di encamê de 6 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan jiyana xwe ji dest dan û 3 din jî birîndar bûn, bi dirûşma "Xwebirêxistinkirinê re em ê tundiyê tune bikin û dê şoreşa jinan bi ser keve" çalekî li dar xistin.
 
Jinên ku ji rojên yekem ên rizgariyê ve bi perwerdeyan re sîstema xwe ya jiyanek demokratîk pêş ve dibin bi pêşengiya Akademiya Civaka Demokratîk a navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê dewreyek perwerdeyê ku cara yekemîn e dewreyeke perwerdeyê ya mêran ku hemû mamosteyên wê jin in, li navçeya Tirbespiyê ye bi rêve birin. Perwerdeya ji 9’ê Çileyê heya 27’ê Çileyê berdewam kir de dîroka berxwedana jinan hatin dayin.
 
Yek ji destkeftiyên jinan Kongreya Star, di salvegera xwe ya 17’an a demezirandinê de bi şahiyan li çarhawîrdorê Rojavayê Kurdistanê salvegera xwe pîroz kir. Çalakiyên pîrozbahiyê yên di navbera 11 – 18’ê Çileyê berdewam kirin û bi hezaran jin beşdar bûn. Di heman demê de Kongreya Star bi beşdarbûna 300 delegeyan û nûnerên Heleb û Şamê civîna xwe ya salane jî li dar xist.
 
Jinan di 13’ê Çileyê de li navenda Meclîsa Jinan a Sûriyeyê ya bajarê Minbicê têkildarî biryara 1325’an a têkildarî jin, aştî û ewlehiyê komxebatek li dar xistin. Piştî wê du rojan jî li navçeya Qenayê ya Kobanê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Herêma Firatê ji bo ku jin bi xwe biryarê bidin, panelek bi navnîşana “Karê rêveberiyê û rola jinan a di sazkirina biryaran de” li dar xistin.
 
Li seranserê Rojavayê salvegera 4’emîn a dagirkirina Efrînê a ji aliyê dewleta tirk ve hate şermezarkirin. Kongreya Star ya di 17’ê Çilê de ji bo vê daxuyanî daye bang li aliyên peywendîdar kir ku ji bo vegera şêniyên Efrînê li warên xwe dagirkeran derxin û teminata vegera bi ewle bidin.
 
26’ê Çileya ku salvegera 7’emîn a rizgarkirina bajarê Kobanê ya ji xetertirîn rêxistinên terorîst a DAIŞ'ê de jinan salvegera rizgarkirina Kobanê bi bîr anîn û girêdayî wê çalakî li dar xistin. Jinan di heman demê de soza parastina destkeftiyên xwe dan.
 
Meha Sibatê: Li dijî Komployê jin bûn yek deng
Weke her parçeyê Kurdistan û li cîhanê jî li Rojavayê Kurdistanê jî Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê û tecrîda girankirî ya 23 sal in berdewam dike hate şermezarkirin. Çalakiyên ji destpêka mehê ve dest pê kirin heya roja îro jî li djî tecrîdê jin li qadan in û bi taybetî jî heya dawiya Sibatê bi çalakiyên cur bi cur re hate şermezarkirin.
 
Li gel çalakiyan jî di 22’yê Sibatê de bi beşdarbûna bi dehan endamên sazî û komîteyên Meclîsa Kantona Girê Spî û nûnerên partiyên sivîl, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, navenda xwe li gundewarê Eyn Îsayê vekir.
 
Meha Adarê: Sekna jinan a 8’ê Adarê weke şoreşa wê bû nimûne
 
Adar meha jinê û meha serhildanê ye. Di çarçoveya Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de 8’ê Adarê li Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê pîrozbahiyên girseyî hatin lidarxistin. Ev pîrozbahiyên ji meha Sibatê ve dest pê kirine ji aliyê sekna jinê û tevlîbûna wan re weke şoreşa wê jî bû nimûneyek girîng. Hinek ji wan çalakiyan jî Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) merasîmeke leşkerî li bajarê Hesekê li dar xistibû. Di heman rojê de Şaredariya Girkê Legê bi boneya 8’ê Adarê li sûka navendî ya navçeyê peykerek danî ku keda jinan dinimîne. Li Reqayê YPJ'ê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê merasîmeke leşkerî ya bi heybet li dar xistibûn. Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Sewalkariyê û Gerînendetiya Daristan û Parêzgehan a Herêma Cizîrê, şitilgeha Şehîd Hevrîn Xelef vekir. Şitilgeh ji zêdetirî 12 hezar daran pêk tê…
 
Meclîsa Jinan a Sûriyeyê di 16’ê Adarê de li navenda xwe ya berê li bajarê Reqayê yekemîn komxebata jinên eşîrên Ereb li dar xistibûn.
 
Meha Nîsanê: Li dijî êrişên li ser herêmên parastina Medyayê jin li qadan bûn
 
Ji destpêka jidayikbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyên cur bi cur re ji aliyê pêkhateyên jinan ve hatin pîrozkirin. Dayika Abdullah Ocalan Uveyş Ocalan di 11'ê Nîsana 1993'yan de di 75 saliya xwe de, jiyana xwe ji dest da. Li seranserê herêmê hate bibîranîn.
 
Weke tê zanîn Rojava di heman demê de jî di warê ekolojik de jî xebatên mezin û serkeftî dabûn destpêkirin. Destkeftiyên ku her tim bi êrişan rû bi rû dimînin jî li hemberî êrişan tên parastin û ev tor tê berdewam kirin. Yek ji wan xebatan jî di 11’ê Nîsanê de Kongreya Star encamên kampanyaya ekolojîk a bi dirûşma "Bi pêşengtiya jinê vegera li ekolojiyaya civakî" ragihandibû. Kongreyê anîbû ziman ku di pêvajoya Kampanyaya ji 26’ê Sibatê ve dest pê kiribû de 2 hezar û 500 dar hatin çandin.
 
Êrişên dewleta tirk ên li ser herêmê bê navber berdewam dikin. Di 21’ê Nîsanê de jî Kongreya Star a Herêma Firatê êrişa hewayî ya dewleta tirk a li gundewarê Kobanê ku di encamê de 3 şervanên YPJ'ê jiyana xwe ji dest dan, şeremzar kir û bang li gelên Kurdistanê kir ku li hemberî êrişên li ser gelên herêmê têkoşînê xurt bikin.
 
Li gel êrişan jî xebatên jinan ên xwerêxisitnkirinê jî didomin ku di 23’yê mehê de di çarçoveya hemleyên li dijî tundiya li ser jinan tên destpêkirin, Meclîsa Jinan a PYD'ê îro bi daxuyaniyekê hemleya sêyemîn a bi dirûşma “Bi têkoşîna hevgirtina jinan tundî bi dawî dibe” ragihand û bernameya çalakiyên xwe diyar kir.
 
Di 17’ê Nîsanê de dewleta tirk êriş bir ser herêmên parastina medyayê, Zap, Metîna û Avaşîn yên li Başûrê Kurdistanê ye. Li dijî şerê ku heya niha berdewam dike bertekên gelê kurd jî her ku diçe zêde dibe. Bi taybetî jî yek ji dengên bi hêz ji jinên Rojavayê Kurdistanê derket. Meşa meşaleyî, çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin. Di heman demê de bi dirûşma "Şer şerê gerîla û gel e, bi pêşengtiya jinên ciwan em ê bi ser bikeve'', Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê ji bo piştgirtiya berxwedana gerîla û şermezarkirina xiyaneta PDK'ê meşek li dar xist.
 
Di 30’yê mehê de Konferansa 3'yemîn a Yekîneyên Parastina Jin li Hesekê bi dirûşma “Hêza garantor a azadiya jinan, parastina axê û têkbirina dagirkeriyê” dest pê kiribû. Di konferansa du rojan berdewam kir de 400 delege, fermandarên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), di nav de her du endamên Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Newroz Ehmed û Sozdar Dêrik, nûnerên Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kongra Star, Hêzên Parastina Civakî-Jin (HPC-Jin) û nûnerên hêzên Koalîsyona Navneteweyî, amade bûn.
 
Meha Gulanê: Yekîtiya jinên Kurd riya serkeftinê ye
 
Di 15’ê Gulanê de Civîna Şêwira Jinên Kurd a Rojava ku ji aliyê Kongreya Star ve hat organîzekirin, li Qamişloyê dest pê kir. Di civînê de mijarên girîng ên weke Yekîtiya Jinên Kurdistanî hate nîqaşkirin û pêşniyariyên ji bo pêşxistina vê yekîtiyê hatin kirin.
 
Di 25’ê mehê de Meclîsa Jinan a PYD'ê li navçeya Dêrikê hemleya belavkirina belavokên têkildarî têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan da destpêkirin.
 
Di 31’ê mehê de Meclîsa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê li dijî sûcên kuştina jinan bi dirûşma “xwe birêxistin bike, li ber xwe bide, azadiyê pêk bîne” hemleyek da destpêkirin ku dê 45 rojan bidome.
 
Di heman rojê de jî Meclîsa Edaletê ya Jinan û Kongreya Star a Herêma Firatê cezayê muebetê li şervana YPJ'ê Çîçek Kobanê hat birîn bi çalakiyan şermezar kir. Jinan bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî kir ku ceza betal bikin.
 
Meha Hezîranê: Li ser xeta şehîdan rêxistinek xurt
Di roja yekem a meha hezîranê de Kombûna Jinan a Zenûbiya bi boneya salvegera yekemîn a damezirandina kombûnê, şahiyek li Reqayê li dar xistin.
 
Di heman rojê de jî hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin li Akademiya Hîra Wan a li gundê Girsor ê Qamişloyê Dewreya Şehîd Rûken Botan a efseran ji 31 endamên jin re vekir.
 
Di 7’ê mehê de Meclîsa jinan a PYD'ê derbarê rola ragihandinê de di têkoşîna li hember tundiya li ser jinan de, panelek li dar xist. Di encamnameyê de daxwaz ji ragihandinê hat kirin ku balê bikşîne ser têkoşîna jinan a di hemû qadan de û binpêkirinên li hember jinan belge bike.
 
15 mehê li navçeya Til Rifetê jin li hemberî gefên dewleta tirk rêgeza şerê gel ê şorşgerî pêk tînin û xwe fêrî bikaranîna çekan dikin. Xebatên parastina cewherî yên ji berêdeye berdewam dikin hîna didomin.
 
16 mehê ji ber adetan û hin sedemên din ên bi aloziya Sûriyeyê re derketine wekî zewicandina zarokan, koçberî û rewşa aborî ya xirab, gelek kes ji mafê xwendin û nivîsandinê bêpar man. Ji ber wê Abîr û hevalên wê û bi dehan jinên din berê xwe didin a Malbenda Çandê ya Helebê da ku fêrî xwendin û nivîsandinê bibin.
 
Di 16’ê mehê de endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Reqayê dest bi berhevkirina genim kir ku li rûbereke 400 donim çandibû. Qezencên berhem dê li sendoqa kombûnê vegere ku bi rêya wê projeyên aborî ji bo jinan veke.
 
Di 17’ê mehê de Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li kampa Holê, jina êzidî ya bi navê Rosîta Hecî Baco rizgar kir. Rosîta Hecî Baco diyar kir ku ew ê vegere Şengalê da ku bi malbata kurmamê xwe yê li Til Qeseb a Şengalê re bijî.
 
Di 20’ê mehê de bi rasthatina salvegera 2'yemîn a Komkujiya Helincê re Yekîtiya Jinên Ciwan meşek li dar xist û tê de her sê şehîd; Zehra, Hebûn û dayika Emîne bi bîr anîn. Bi çalakiyên cur bi cur re şehîdên komkujiyê li seranserê herêmê hate bibîranîn.
 
Di 21’ê mehê de Meclîsa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ji bo nîqaşkirina rewşa jinan a di aloziya Sûriyeyê de û sûcên li dijî wan têne kirin, 2 panel li Dêrazor û Reqayê bi dirûşma “Rêxistin bike, li ber xwe bide, azadiyê pêk bîne”, li dar xist.
 
Di 22’yê mehê de li bajarê Ezazê yê dagirkirî keçeke 17 salî ji aliyê çeteyên “Ehrar Şam” ve ji ser bendeke kontrolê hat revandin û ber bi cihekî ne diyar ve hat birin. Li gel wê Rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî sûcên li herêmên di bin dagirkeriya dewleta tirk û komên girêdayî wê de li dijî jinan tên kirin, gilînameyek pêşkêşî berpirsa taybet a tundiya li ser jinan a NY'yê kir.
 
Di 26’ê mehê de ji bo balkişandina ser girîngiya bikaranîna tiştan a ji nû ve, Weqfa Jina Azad û Yekitiya Jinên Ciwan ên herêma Firatê rêzeçalakî li dar xistin. Li pey wê di 28’ê mehê de Komîteya Jinan a Kampa Koçberên Girê Spî bi armanca nîşandana kar û xebatên jinên koçber, pêşangeha karên destan vekir.
 
Di 29’ê mehê de li Qamişloyê bi destê komeke jinan ‘Navenda Ninhursag a Tiba Xwezayî û Piştgiriya Derûnî’ hate vekirin.
 
Di navbera 29-30’yê mehê de bi dirûşma "Bi rihê ciwantiya Viyan û Nûjiyanan em ê şerê azadiyê ser bixin" Yekemîn Mîhrîcana Şehîd Zîlan, ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ve li Stada Belekî ya bajarê Reqayê hate lidarxistin. Ji derveyî mîhrîcanê li seranserê herêmê Zeynep Kinaci hate bibîranîn.
 
Meha Tîrmehê:  Li dijî hedefgirtina jinan a li Tirkiyeyê jin li qada bûn
 
Dewleta tirk di 2'yê Tîrmehê de li Reqayê bi balafireke bêmirov êrişek pêk anî, di encamê de yek ji fermandarên QSD'ê Mizgîn Kobanê jiyana xwe ji dest da û gelek kesên din birîndar bûn. Li hemberî hedefgirtina fermandar Mizgîn Kobanê gelê Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya jinan daketin qadan û êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin.
 
Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 4’ê mehê de, li Reqayê civîna xwe ya nîvê salê ji bo nîqaşkirina karên ku di nîvê yekemîn a salê de hatine kirin da destpêkirin û di dawiya civînê de Mijarên sereke yên civînê; nîqaşkirina rewşa siyasî ya herêmê, raporan û nirxandina kar û xebatan, plansazî û pêşniyaran bûn.
 
Kombûna Jinan a Zenûbiya ya di 6'ê Hezîrana derbasbûyî de bi dirûşma "Bi perwerde û birêxistinbûnê em ê şoreşa civakî pêk bînin" dest bi hemleya lidarxistina civînan kiribû. Di 13’ê Tîrmehê de bi daxuyaniyekê hemle bi dawî kir û diyar kirin “Me xwe gihand piraniya jinan. Ev hemle di çarçoveya hemleyên Kombûna Jinan a Zenûbiya yên ji bo belavkirina rêgez û armancên Kombûna Jinan a Zenûbiya û bihêzkirina jinan di hemû waran de, pêk hat.”
 
Di 15’ê mehê de Rojnamevana Komîteya Jinan a Meclîsa Sivîl a Dêrazorê Menal Salih El-Mizel (22) hate qetilkirin. Şêniyan cenazeyê Menal Salih El-Mizel li maleke nêzî Kampa Mihêmêdiyê ya li rojavayê Dêrazorê serjêkirî dîtibû. Pêkhateyên jinan ên Rojhilat û Bakurê Sûreyeyê li hemberî vê êrişê çalakî li dar xistin û di ji bo vê qetlîama wehşane hesap pirsîn.
 
Di 17'ê mehê de Meclîsa Jinan a Sûriyeyê ji bo zêdekirina qada kar û xebatên xwe û derbaskirina kêmasiyên berê, civîneke berfireh li Helebê li dar xist. Di dawiya civînê de beşdaran Semah Şaranî wek berdevka meclîsê hilbijart.
 
Di 19'ê Tîrmeha 2012'an de jina çirûska yekemîn a şoreşa xwe pê xistin ku bi salan zihniyeta baviksalarî hewl dida têk bibe û ji holê rake. Lê bi saya têkoşîna domdar û hêviyên nûjen ev şoreş didome û roj bi roj berfireh dibe. Li seranserê welat salvegera serhildana jinê hate pîrozkirin.
 
Di 22’ê Tîrmehê de balafireke bêmirov a bêçek a dewleta tirk erebeyek li ser rêya Qamişloyê bombebaran kir, di encamê de hersê fermandarên YPJ û QSD’ê Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan şehîd bûn. Însiyatîfa Têkoşîna li dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan a ji bo aştî û ewlehiyê, jinên Endamên Kongreya Îslama Demokratîk, endamên rêxistinên jinan, partiyên siyasî û hêzên leşkerî li dijî êrişên dewleta tirk çalakî li dar xistin û gotin wê bersiva jinan dijwar be!
 
Di 22’yê mehê de Foruma Şoreşa Jinan li hola Zanîngeha Rojava ya Qamişloyê hate lidarxistin. Forum ji aliyê Kongreya Star, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Akademiya Jineolojiyê, Yekitiya Jinên Suryan, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ve hat organîzekirin. Di Foruma Şoreşa Jinan de encamnameyek hate ragihandin û îşaret pê hate kirin ku “civak li ser qanûnên jinan bê perwerdekirin”, “qanûnên efûyê kujerên jinan negirin nava xwe” û “komîteyek şopandinê bê avakirin da ku binpêkirinên li dijî jinan ên li herêmên dagirkirî bên belgekirin”.
 
Di 24’ê mehê de bi armanca rêxistinkirina jinên eşîran û xurtkirina rola wan a li hember gef û êrişên li ser herêmê, endamên Komîteya Têkiliyan a Meclisa Jinan a PYD'ê bi jinên eşîrên Ereb ên navçeya Şedadê re civiya.
 
Di 25’ê mehê de li dijî êrişên dewleta tirk bi dehan jin û endamên Kongreya Star li pêşiya Navenda Koalîsyona Navneteweyî ya Hesekê daxuyaniyek da û bêdengiya wê ya li hember sûcên li ser her 3 fermandarên YPJ'ê, şermezar kir.
 
Meha Tebaxê: Jinên Ermenî xwe bi rêxistin dikin
 
Di 25’ê Tebaxê de Meclisa Jinan a Rêveberiya Dibistanan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya Kongreya Star, têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku zarok di encama wan êrişan de şehîd dibin, daxuyaniyek da.
 
Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya şaxa Reqayê, bi dirûşma “Bi hev re demokratîkbûna jinan di hundirê Sûriyeyê de bisepînin”, komxebatek li dar xist. Beşdarên komxebatê, mijarên girêdayî jinan ên li Sûriyeyê, zehmetiyên ku jin li Idlibê dikişînin li gel hebûna dewleta tirk û komên girêdayî wê çi ne, nîqaş kirin.
 
Di 30’yê mehê de li Hesekê bi dirûşma "Yekitiya Jinên Ermen piştî qirkirina 107 salan xwe di şoreşa Rojava û parastina xaka Rojava de bi rêxistin dike" yekemîn Kongreya Jinên Ermenî dest pê kir. Nêzî 150 delege beşdarî Kongreyê bûn.
 
Di Konferansa 1’emîn a Jinên Ermen a Meclisa Civakî ya Ermen de, damezirandina Yekitiya Jinên Ermen a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate ragihandin, serok û cîgira wê hatin hilbijartin.
 
Meha Îlonê: Zeyneb Mihemed ji aliyê dewleta tirk ve hat qetilkirin
Di destpêka mehê de bi dirûşma "Bi îradeya jina azad û rêxistinbûyî em Sûriya pêşerojê ava dikin", Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê piştî civîneke bi heman rengî di 1'ê Îlonê de li bajarê Qamişloyê li dar xistibû di çarçoveya amadekariyên lidarxistina duyemîn kongreya xwe ya giştî de,  civîna xwe ya duyemîn a berfireh li bajarê Hesekê li dar xistibû.
 
Di 7’ê mehê de Desteya Jinan a herêma Cizîrê navendeke geşepêdana pêşîn a zaroktiyê bi navê Ehlen Simsim vekir. Da ku behreyên zarokan û kesayeta wan pêş bixe, malbatên wan di aliyê danûstandina bi zarokan re, zana bike ku bi awayekî rast wan mezin bikin.
 
Di 12’ê mehê de Komîteya Ciwanan a Meclisa Navçeya Şedadê dewreya dirûtinê ku 25 jin beşdar bûbûn, bi dawî kir.
 
Di 12’ê mehê de Komîteya Hiqûqî ya Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di civînekê de, rêgezên bingehîn û qanûnên jinan gotubêj kirin da ku çareseriyan pêşniyar bike û nexşerêya dozên civakî yên bingehîn deyne bi şêwazekê ku pêdiviyên pêvajoya heyî dabîn bike.
 
Di 13’ê mehê de Nivîsgeha Jinan a MSD'ê bi armanca nîqaşkirina cureyên koçberiyê û bandorên wê li ser jinan û malbatê werşeyeke kar bi navnîşan “Koçberî” li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar xist.
 
Li Qamişloyê ji aliyê Meclisa Olî ya Jinan a girêdayî Kongreya Îslama Demokratîk ve bi hevkariya Kombûna Oldar û Baweriyên Mezopotamyayê di 14’ê mehê de panel da destpêkirin.
 
Meclisa Edaleta Civakî ya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 15’ê mehê de civîneke berfireh ji malên jinan ên li kantona Hesekê re li dar xist. Tê de rêziknameya malên jinan, mekanîzmeta kar û xebatên wan, nîqaş kirin.
 
Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî ya taxa Şêxmeqsûd a Heleb, ji bo nîqaşkirina girîngiya aştiyê di civakan de û pêşengiya jinan di pêkanîna wê de, di 19’ê mehê de werşeyeke kar bi dirûşma “Jin û aştî” li dar xist.
 
Di 19’ê mehê de dewleta tirk li dijî erebeyekê li nêzî gundê Til Ceman ê navçeya Girkê Legê ya girêdayî kantona Qamişloyê êriş pêk anîbû. Di encamê de hevserokên Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero jiyana xwe ji dest dabûn. Li dijî êrişa pêk hatiye li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî hatin lidarxistin.
 
Li herêmê di heman demê de li hember qetilkirina jina Ermen Anûş Ebîtyan ji aliyê leşkerên Azerbaycanê ve û Jîna Emînî ji aliyê desthilatiya Îranê ve hatibû qetilkirin çalakiyên cur bi cur li dar xistin û piştgirî dan serhildana li Rojhilatê Kurdistanê.
 
Di dawiya mehê 30’yê Îlonê de bi dirûşma "Bi rihê Viyan û Nûjiyanan em ê azadî û serkeftinê mîsoger bikin'', Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê konferansa xwe ya yekemîn li dar xist.
 
Meha Cotmehê: Jinan di warê rêxistinbûyînê de gavên girîng avêtin
 
Bi destpêkirina mehê re Komîteya Tenduristiyê ya Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê bi daxuyaniyekê hemleya "Tu ji pençeşêrê bi hêztir î" ji bo hişyarkirina girîngiya keşfkirina nexweşiya pençeşêra sîngê li gel jinan, dest pê kir. Tê payîn ev hemle meha Cotmehê bi giştî berdewam bike.
 
Di 5’ê mehê de li gorî çavkaniyên ji navçeya Mabeta, MÎT’a Tirk 2 xwişk ji gundê Mîrkanê yê navçeya Mabeta ya Efrînê revandin. Heman çavkaniyê, da zanîn ku navên her duyan wiha ne; Medya Fethî Cindî û Tolîn Fethî Cindî û ew ber bi cihekî nediyar ve birin.
 
Di heman rojê de jî Akademiya Jineolojî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Kongreya Star û Meclîsa Malbatên Şehîdan li dijî hedefgirtina jinên siyasetmedar li bajarê Hesekê heta konê çalakiyê veda. Çalakiya konvedanê 2 rojan berdewam kiribû.
 
Di navbera 04 – 06’ê mehê de li seranserê Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê êrişa çekdarî ya li Silêmaniyê li dijî endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û edîtora Kovara Jineojiyê akademîsyen Nagîhan Akarsel şermezar kir û soza tolhildana tevahî jinan da.
 
Konferansa 9'emîn a Kongreya Star a kantona Hesekê di 8’ê mehê de bi dirûşma “Bi rihê jiyan û Zeyneban emê destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin û bi ser kevin”, bi tevlêbûna 400 delegeyan dest pê kir. Konferansa 9'an a Kongreya Star a kantona Hesekê bi hilbijartina Meclisa Jinan a Kongreya Star bi dawî bû. Beşdaran teqezî bi pêwîstiya pêşxistina kar û xebatên jinan û birêxistinkirina jinan a ji bo rizgarkirina civakê ya ji zihniyeta baviksalarî, kir.
 
Di 10’ê mehê de jinên êzîdî yên ku berê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve hatibûn rizgarkirin, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) keça êzîdî Sewsen Hesen Heyder piştî ku ew ji kampa Hol rizgar kir, radestî Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) kir.
 
Di 16’ê mehê de Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê kongreya xwe ya duyemîn bi erkdarkirina berdevkekê, du cîgerên meclisê û 70 endamên Meclisa Giştî ya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî kir.
 
Di heman rojê de Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê îro konferansa xwe ya duyemîn li bajarê Kobanê li dar xist.
 
Di 16’ê mehê de Kongreya duyemîn a Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li Reqayê bi dirûşma "Bi vîna jina azad a birêxistinkirî em ê Sûriya pêşerojê ava bikin" bi tevlêbûna 800 delegeyan dest pê kir.
 
Di 16’ê mehê de jî Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrikê şehîdên Tevgera Rizgariya Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Akademiya Şehîd Nagîhan Akarsel bi sînevîzyonekê li ser rêwîtiya wan a têkoşînê bi bîr anîn.
 
Tevgera Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn di 19’ê mehê de êrîşên bi çekên kîmyewî ku dewleta tirk li dijî têkoşerên azadiyê bi kar tîne bi tundî şermezar kirin û ev bang li jinan kir: "Li rex gerîlayên me meşandina berxwedanê û rawestandina dewleta tirk a dagirker di destê me de ye. Avêtina rejîmên zordar û dermirovî ya ji Kurdistanê deynê li ser milên me ye."
 
Di heman rojê de jî desteya Jinan û Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, panelek bi navê “Jin û Ragihandin” bi armanca şîrovekirina rola jinan a di ragihandinê de û zehmetiyên li pêşiya wê, li dar xist.
 
Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê di 20’ê mehê de konferansa xwe ya 2’yemîn bi dirûşma “Bi rihê ciwantiya Nûjiyan û Viyan em ê di cenga azadiyê de bi ser kevin” li dar xist.
 
Nivîsgeha Jinan a MSD'ê bi Koordîneya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê di 22’yê mehê de werşeyek bi dirûşma “Girîngiya tevlêkirina jinan di siyasetê de” li nivîsgeha xwe li dar xist.
 
Di 24’ê mehê de Koordînasyona Jinan a Meclisa Rêveber a Tebqayê ji bo şîrovekirina rêgezên bingehîn ên qanûnên navneteweyî, panelek bi dirûşma “Qanûnên mirovî yên navneteweyî” li dar xist.
 
Di 25’ê mehê de ji bo rûniştandina fikrê hevjiyana azad, Kongreya Star yekemîn akademiya perwerdekirina jin û mêran li ser Kantona Hesekê vekir.
 
Di heman rojê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin bi dirûşma “Bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinê em ê xeta xiyanetê têk bibin û ala azadiyê bilind rakin”, kongreya xwe ya sêyemîn li Hesekê li dar xist.
 
Di 26’ê mehê de bi sedan jinên ji bajarê Minbicê û gundewarên wê ji bo bibîranîna têkoşer Bêrîtan meşek li dar xist. Jinan teqez kirin ku wan moral û xwebirêxistinkirin ji têkoşîna şehîd Bêrîtan a li dijî xiyanetê û zihniyeta li ser kuştina jinan ava bûye, girtiye.
 
Di 28’ê mehê de beriya çend kêliyan komxbata diyalogê ya jinan ji hêla Malbenda Çandê ya Helebê bi sernavê "Jin û veguherîna demokrasiyê ya li Sûriyeyê" bi beşdariya 55 delgeyên ji derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir.
 
Meha Mijdarê: Bi dirûşma ‘Jin jiyan Azadî’ jin li qadan bûn
 
Di 5’ê mehê de Hêzên Parastina Civakî (HPC) yên Minbicê bi merasîmekê navendek xwe vekir û di heman demê de li bajarê Hesekê yekemîn Akademiya HPC-JIN li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat vekirin. Piştî wê di 12’ê mehê de jî ji bo lidarxistina konferanseke giştî 150 endamên HPC-Jin a herêma Firatê beşdarî civîna salane bûn.
 
Di heman rojê de jî bi dirûşma "Bi çanda şoreşa jina, jiyana azad û şerê gel ê şoreşgerî em ê bi ser bikevin" Tevgera Hîlala Zêrîn kongreya xwe ya 3'yemîn li Tebqayê li hola Şehîd Musena Ebdulkerîm li dar xist.
 
Di 13’ê mehê de bi dirûşma "Xweguhertin xwegihandina civakeke azad e" Navenda Lêkolînên Jineolojiyê bi pêşengiya Kongra Star a Helebê ji bo mêran civînek li dar xist. Di civînê de awayên guhertina zihniyeta baviksalarî hatin nîqaşkirin û jinan teqez kirin ku jin çavkaniya aştî û edaletê ye.
 
Bi dirûşma "Bi şoreşa jin, jiyan, azadî em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk bînin" Yekitiya Jinên Ciwan yekemîn konferansa xwe li  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xist. Tê de rêbazên çareseriya pirsgirêkên jinan a li Rojhilata Navîn û pêşxistina wê li gorî fikir û felsefeya Abdullah Ocalan nîqaş kirin.
 
Di 20’ê mehê de bi dirûşma "Ji têkoşîna xwişkên Mîrabal heta bi fedakariya Jîna, Zeyneb û Nagihan, Jin, Jiyan, Azadî", Navenda Lêkolînan a Jineolojî konferansa xwe ya yekemîn li Heleb, Efrîn-Şehbayê li dar xist.
 
Di navbera 12 – 25’ê mehê de di çarçoveya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê (25’ê Mijdarê) de, Meclisa Jinan a PYD'ê bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyan eşkere kir û li seranserê Rojava, Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê rêzesemîner, komxebat, panel, pêşengeh, atolya mafên jinan, çalakî û xwepêşandan hatin lidarxisitn.
 
Di 24’ê mehê de bi boneya salvegera 45’an a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Yekitiya Jinên Ciwan li qada Şehîdan a rojavayê Şêxmeqsûd a Helebê şahiyek li dar xist.
 
Di 25’ê mehê de jî bi pêşngiya jinan bi sedan şêniyên Reqayê di Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de û ji bo şermezarkirina êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmê, xwepêşandanek li dar xist.
 
Di 29’ê mehê de Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Reqayê bi dirûşma "Bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, em dê civakeke demokratîk û azad ava bikin", komxebateke diyalogê li dar xist.
 
Meha Kanûnê: Li dijî tecrîdê jinan xwe bi rêxistin kirin
 
Di 10'ê Kanûna 2022'yan de Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Reqayê bi dirûşma "Bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, em dê civakeke demokratîk û azad ava bikin", komxebateke diyalogê li dar xist.
 
Di 13'ê Kanûna 2022'yan de Kongreya Star di çarçoveya çalakiyên li dijî tecrîkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de, bi sernavê "Pirsgirêka jin û siyasetê di nêrîna Rêber Ocalan de " panel li dar xistin.