ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2022'YAN

  • 09:00 27 Kanûn 2022
  • Rojev
 
*Malbatên Roboskiyê yên daxwaza xwe ya edaletê didomînin, diyar kirin ku zilmeke mezin li wan hat kirin û gotin:"Hêvî û daxwaza me tenê ew e ku bila kujerên zarokên me bên cezakirin û edalet pêk were. Hemû jî bê sûc û zarok bûn. Di destê wan de ne çek ne jî tiştekî din hebû. Em ê li hemberî vê zilmê serî netewînin. Dê lêgerîna edaletê ya ji bo Roboskî dewam bike." DÎMEN HEYE 
 
*Sala 2022’yan, jinên Rojavayê Kurdistanê li hemberî hişmendiya zayendperest a mêr û êrişên dewleta tirk, komên girêdayî wê şoreşa xwe ya 10 salan bi rêxistin kir, bi berxwedan û zêdebûyînê re mezin kirin. DÎMEN HEYE 
 
*Ber bi dawîbûna salê ve têkoşîna jinan ya li Rojhilat bi pêxistina meşaleyê li hemû cîhanê belav bû, agirê ‘Jin jiyan azadî’ li her derê dişewite. Jinan kolan terk nekirin û porên xwe kirin al, li dijî rejîma îslamî sekinîn û ev wê venasîna sedsala 21’ê bibe sedsala jinê gav bi gav bîne.
 
* Dayika girtiyê bi navê Kerem Ayas, Leyla Ayas diyar kir ku girtiyên li Girtîgeha Gîresûnê li dijî binpêkirina mafan û zilmê di greva birîçîbûnê de ne û got: “Gelek girtiyan di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da. Kesên xwedî wicdan derkevin qadan û bibin dengê girtiyan.” DÎMEN HEYE
 
*Dayik Fehîme Poyraz der barê doza qetilkirina Denîz Poyraz de banga xwedîderketinê kir û bertek nîşanî doza li girtîgehê tê dîtin da û got dixwazin ser komkujiyê bigirin lê vê qebûl nakin. DÎMEN HEYE
 
*TJA’ya ku sala 2022’an li Wan û navçeyên wê li dijî her cureyê tundiyê bi berxwedanê derbas kir, ji bo 2023’an jî peyama ku hedef dikin tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê bidawîkirin û azadiya fîzîkî pêk bînin, dan. DÎMEN HEYE
 
*KA.DER’ê li dijî ku ji 20 bajarên Tirkiyeyê parlamenterên jin derneketine, ji bo tevlibûna jinan a di siyasetê de zêde bibe starta kampanya ‘nebû’ dan. Seroka KA.DER’ê Nuray Karaoglu der barê mijarê de wiha got: “Em bang li mêran dikin, nîvê wan paldankan yên jinan e. Jin tên. Jin di vê pêvajoyê de bi biryar û israr in.” DÎMEN HEYE