Kesên di komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn

  • 14:42 26 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber salvegera komkujiyên Roboskî, Mereş û 19'ê Kanûnê, li bajarê Toronto yê Kanadayê civîneke bibîranînê hate lidarxistin. Kesên ku di komkujiyên Roboskî, Mereş û 19'ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest dan, li Torontoyê hatin bîranîn.
 
Ji ber salvegera komkujiyên Roboskî, Mereş û 19'ê Kanûnê, li bajarê Toronto yê Kanadayê civîneke bibîranînê hate lidarxistin. Kesên ku di komkujiyên Roboskî, Mereş û 19'ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest dan, li Torontoyê hatin bîranîn. Bi banga Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a li Torontoyê, Kurdistanî li Navenda Civaka Kurd a kanadayê li hev kom bûn û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiyan dest bi civîna bîranînê kirin.
 
Bi navê Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Torontoyê belavokek hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku girtiyên bi berxwedana li dijî faşîzmê şehîd bûn, ewladên herî hêja yên mirovahiyê ne û hate gotin, "Em mirovên xwe yên li Mereşê û Roboskî hatin qetilkirin, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin." Hate ragihandin ku dewleta tirk heman komkujiyê îro jî li ser gelê Kurd ferz dike.
 
Di çalakiyê de komkujî hatin şermezarkirin û bang li gelê Kurd hate kirin ku li hemberî komkujî, asîmîlasyon û qirkirinê bêdeng nemîne.
 
Di civîna bîranînê de sînevîzyonek li ser komkujiyên Mereş û Roboskî hate nîşandan. Her wiha bi helbestan qurbanî hatin bîranîn.
 
Civîna bîranînê ku bi sedan Kurdistanî tevlî bûn bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.