RAWA'yê Komkujiya Parîsê şermezar kir

  • 14:30 26 Kanûn 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Şoreşger a Afganistanê bi daxuyaniyekê bal kişand Komkujiya Parîsê, destnîşan kir ku e êrişek bi hedef e û got: "Em bawer in ku xwîna wan, mîna xwîna paqij a bi sedan şehîdên din ên şoreşê dê bibe kaniya şoreşê û dijminên Kurdan hilweşîne."
 
Di encama êrîşa li dijî paytexta Fransa Parîsê ya Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya pek hat de, yek ji pêşengên tevgera jinên Kurd Emîne Kara (Evîn Goyî), ji Tevgera Çandê hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û Abdurrahman Kizil jiyana xwe ji dest dan. Li hemberî êrîşê bertekek din ji Yekîtiya Jinên Şoreşger a Afganîstanê (RAWA) hat. Di daxuyaniya nivîskî ya hat dayîn de hate gotin ku, "Em di wê baweriyê de ne ku êrîş ji aliyê saziyên îstîxbaratê yên Serokomarê dewleta Tirk Tayyîp Erdogan ve pêk hat.”
 
Li hember medyaya rojava bertek
 
Di daxuyaniya ku bal kişandin ser berxwedana jinên Kurd a salên dirêj, wiha hat gotin, “Tehemûla vê yekê nakin ku tevî hemû zextan jî Tevgera Jinên Kurd li ser lingan e. DAIŞ û alîgirên wî li dijî vê tevgerê kînek kûr dihewînin. Kîneke kûr li dijî vê tevgerê digirin. Medyaya rojava nikare komkujiya Parîsê weke “karê psîkopatekî nîjadperest” binirxîne. Em êrîşa li Parîsê şermezar dikin û weke êrîşeke xayîntî û dijmirovî dinirxînin.”
 
‘Êrîş bi temamî êrîşeke bihedef e’
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku komkujiya Parîsê ne komkujiya yekemîn e û bal li ser hevkariya dewleta tirk û Firansayê. Di daxuyaniyê de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di komkujiya 2013’an de jiyana xwe ji dest dan hate bibîranîn de û wiha hat gotin: “Berî 10 salan jî jinên pêşeng ên tevgera jinên Kurd hatin qetilkirin. Vê carê jî yek ji pêşengên tevgera jinên Kurd Emîne Kara, ji Tevgera Çandê hunermend Mehmet Şîrîn Aydin û Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin. Êrîş bi temamî êrîşeke bi hedef e.”
 
'Jinên Kurd li hemû cîhanê şopeke geş dihêle,'
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em weke jinên ku li Afganîstana di bin dagirkeriya Talîbanê de di rojên herî tarî yên dîroka xwe de derbas dibin, em piştgirî û sersaxiyê ji we, hevrêyên xwe yên bi nirx re radigihînin û şîna şehîdên xwe parve dikin. Em bawer in ku xwîna wan, mîna xwîna paqij a bi sedan şehîdên din ên şoreşê dê bibe kaniya şoreşê ku dijminên Kurdan hilweşîne. Têkoşîna şoreşgerî û leheng a jinên Kurd li hemû cîhanê şopeke geş dihêle, em di serhildanên jinên Îran û Afganîstanê de jî xuyabûna vê dibînin.”
 
'Em ê tu carî teslîmî zîhniyeta serdest a mêr nebin’
 
Talîban û hêzên dijminê jinan ên ji berxwedana jinan ditirsin, ji bo jinan ji qada perwerdehiyê heta jiyana xebatê ji hemû qadan dûr dixin, pêkanînên xwe yên antî demokratîk dixe meriyetê. Lê belê em bi îlhama ku ji jinên Kurd ên ku ji Kobanê heta Efrînê destan afirandine digirin, têkoşîna xwe dimeşînin û em diyar dikin ku em ê tu carî teslîmî zîhniyeta serdest a mêr nebin. Bijî hevgirtina şoreşgerên hemû cîhanê! Ji paşverûtî û emperyalîzmê re mirin!”
 
‘Girêdanbûna me ya bi berxwedanê re ji her demê xurtir e'
 
RAWA’yê duh jî der barê qedexeyên nû yên Talîbanê û sala nû de daxuyaniyek da û wiha got: "Em bi polîtîkayên nû yên dijmirovî û neheq ên Talîbanê hovanê dest bi sala 2023'yan dikin. Êdî destûr nayê dayîn ku jinên Afganî li zanîngehan bixwînin û di mijarek de qursên taybet bigirin. Hemû rêxistinên herêmî û navneteweyî di mijara derxistin jinan ya ji kar de hişyarî dide û gelek qedexeyên din jî dîtin. Ev polîtîkayan dilê me diêşîne, lê girêdanbûna me ya bi berxwedanê re ji her demê hin bihêztir dike. Sala 2022’an şahîdiya gelek xwepêşandan û berxwedanên tund ên jinên Afganê kir, em hevî dikin ku sala nû bibe şahîdê rûxandina hemû rêjima dijminê jinan teokratîka olî ya li herêmê ya bi rêya serhildanên gelan.”