Kurdên li Moskovayê komkujiya li Parîsê şermezar kirin

  • 12:38 26 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVEDAN NÛÇEYAN - Kurdên li Moskovayê Komkujiya Parîsê şermezar kirin û peyama mezinkirina têkoşînê dan. Di çalakiyê de hat gotin:"Divê ev êrîşa tarî bê eşkerekirin û kujer bên cezakirin."
 
Kurdistaniyên ku li Mala Kurdan a li Moskowayê hatin ba hev, Komkujiya Parîsê şermezar kirin. Kurd û dostên kurdan ên hatin gel hevdu gotin:"Mezinkirina têkoşînê wê bibe bersiva êrîşan û destnîşan kirin ku ew ê heta dawî xwedî li Rêbertî derbikevin."
 
Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî Cûlîyeta Aram ve hate dayîn.
 
Cûlîyeta diyar kir ku li pişt vê êrîşa xiyanetê dewleta tirk heye û hêzên komploya navneteweyî jî piştgiriyê didin. Cûlîyeta destnîşan kir ku ev êrîşa hovane ne rasthatin bû û bal kişand ser qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û wiha got: “Li Parîsê li saziyeke Çanda Kurdan êrîşeke wiha pêk hat û ev êrîş di çarçoveya konsepta îmha û înkara li hember gelê Kurd pêk hatiye. Dewleta Tirk a faşîst ku bi tecrîda girankirî û çekên kîmyewî encam negirt, vê carê li navenda Ewropayê êrîşî Kurdên sivîl dike. Divê ev êrîşa tarî bê eşkerekirin û kujer bên cezakirin.”
 
Di daxuyaniyê de diyar kirin ku mezinkirina têkoşînê wê bibe bersiva êrîşan û destnîşan kirin ku ew ê heta dawî xwedî li Rêbertî derbikevin.