Serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' dewam dike

  • 11:42 26 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya piştî ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ ve qetilkirina Jîna Emînî li seranserî Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir, di roja 101’emîn de rûxmê hemu êrişên dewleta Îranê jî didome, dirûşmên azadiyê li kolanan deng vedide.
 
Serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê dewleta Îranê ve di 16’ê Îlonê de dest pê kir di roja 101’emîn de didome. Rûxmê hemu êrişên dewleta Îranî jî gel kolanan naterikîne, daxwaza xwe ya azadiyê bi lêv dike.
 
Li Bûkanê di êrîşa hêzên ewlehiyê de 2 welatî birîndar bûn
 
Duh li Bûkanê dema hemwelatî beşdarî merasîma çil rojiya şehîdên Serhildana Mijdarê de jiyana xwe dest dabûn, rastî êrişa hêzên ewlehiyê yên dewleta Îranê hatin. Di encama êrişê de 2 welatiyên Bûkanî birîndar bûn. Gelê ku beşdarî merasimê bûn dirûşmên “Şehîd namirin”, “Mirin ji dîktator re” û “Mirin ji Xumeynî re” berz kirin û piştî êrîşa hêzên ewlehiyê ya ji bo merasimê bi taybetî li ser “rêya Hesar” li kolanên bajêr kom bûn û barikat danîn.
 
Bê hicabî wek 'sûcekî eşkere' hat pênasekirin
 
Serdozgerê giştî yê Îranê Mihemed Cefer Montazerî der barê tevgera jinan li dijî hicaba ferzkirî û serhildana gel a li dijî Komara Îslamî de wiha got: “Em dibînin ku yek ji planên dijminan şikandina sînoran û hicaba ferzikirî jî di nav de, xêzên ku em ji bo hikûmeta Îslamî xwedî rabike û hicabeyên jin û zarokên keç teşvîk kirine û bi vî awayî sûcekî vekirî pêk anîn.”
 
Serdozgerê giştî yê Îranê ku daxwaza hemwelatiyan wek “dijmin” bi nav kir, wiha got: “Jinan di xwepêşandanên seranserê welat de bêyî hîcaba ferzkirî “sûcêkî eşkere” pêk anîn.”
 
Zêdetirî 650 xwendekar hatine revandin
 
Komeleya Navdewletî ya Akademîsyenên Îranê nameyeke vekirî ji Wezîrê Zanist û Lêkolînê, Wezîrê Tenduristî, Serokê Saziya Karûbarên Xwendekaran, Berdevkê Wezareta Zanistê, Serokê ewlehiyê, Wezareta Zanîst û Lêkolînê û serokên Zanîngehên Îranê re şand, ragihand ku ji destpêka serhildana Şoreşgerî ya “Jin, Jiyan, Azadî” heta niha zêdetirî 650 xwendekar ji aliyê hezên ewlehî û îstîhbaretê ve hatine revandin û niha di girtîgehên Îranê de bi cezayên giran re rû bi rû ne.
 
Di berdewamiya vê nameyê de bal lê hat kişandin ku bi biryarên der barê xwendekaran de hatiye kirin ji bo Wezareta Zanistî û Lêkolînê cihê şermezariyê ye û wiha hat gotin: “21 xwendekar ji ber xwepêşandanan rastî  5 sal cezayê girtiyê hatin û ji bo hinek ji wan cezayê kirbaçê hat fikirin. Mafê xwendekaran a xwe gihandina parêzerên azad û serbixwe jî nîne.”