CDK-F’yê li dijî komkujiyên li ser kurdan, banga tevlîbûna meşê kir
- 10:46 26 Kanûn 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - CDK-F’yê li dijî komkujiyên li ser kurdan, banga tevlîbûna meşê kir. Meş wê îro danê nîvro saet di 12:00 de ji ber Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li 16 rue d’Enghien a li Parîsê dest pê bike
Li Parîsê ji bo bibîranîna her 3 welatparêzên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin û şermezarkirina komkujiyên li dijî Kurdan, wê îro meşek were li darxistin. CDK-F’yê ji bo tevlîbûna meşê bang kir.
Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) ji bo bibîranîna Emîne Kara (Evîn Goyî), muzîsyen Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û welatparêz Abdûrrahman Kizil, îro (26’ê Kanûnê Duşem) meşekê li dar dixe. CDK-F’yê ji bo meşê banga tevlîbûnê kir.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku komkujiya ajanekî îstîxbarata Tirk beriya 10 salan li Parîsê kir, bêceza hate hiştin û hate gotin, “Ji bo bibîranîna kesên hatin qetilkirin û ji bo şermezarkirina bêcezahiştina sûcdaran, em banga tevlîbûna li meşê dikin.”
Meş wê îro danê nîvro saet di 12:00 de ji ber Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li 16 rue d’Enghien a li Parîsê dest pê bike û heta navnîşana 147 rue La Fayette dewam bike, ku beriya 10 salan 3 jinên Kurd ên şoreşger lê hatibûn qetilkirin.