Weqfa Jina Azad gelek projeyên ji bo xizmeta jinê dixe meriyetê

  • 08:53 26 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Weqfa Jina Azad ji bo pêşxistina jinan ên di mijarên aborî, çandî, civakî û tenduristiyê di sala 2014'an de li Qamişloyê hate damezrandin. Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê nêzî 12 hezar kes perwerde kirin. Weqfa Jina Azad bi xebatên xwe gelek projeyên ji bo xizmeta jinê dixe meriyetê 
 
Weqfa Jina Azad a Sûriyê di salekê dewreyên perwerdeyê ji 5 hezar û 404 kesan re vekirin û alîkariyên tenduristiyê pêşkêşî 6 hezar û 521 nexweşan kirin. Destpêkê navê wê Weqfa Jinên Rojava bû, lê kar û xebatên wê berfireh bû û di konferansa xwe ya 2021'ê de kir Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê da ku jinên li Sûriyeyê muxteb bike. Her wiha weqf hewl dide xwe bigihîne saziyên jinan ên li welatên din da ku balê bikişîne ser pirgirêkên jinan li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn.
 
Weqf bi dirûşma “Jina azad bingeha civaka azad e” kar û xebatên xwe dimeşîne. Gelek şax li Reqa, Dêrazor, Tebqa, Kobanê, Dêrik, Girkê Legê, Hesekê û li kampên; Weşûkanî, Girê Spî, Hol û Rojav vekirin. Li rex wê jî bi dehan projeyên çandî, tenduristî û civakî li wan herêman pêk anîn.
 
Di heman çarçoveyê de weqfê, gelek navendên tenduristiyê, baxçeyên zarokan, malên sêwiyan, kargehên jinan, peymangehên mûzîkê li herêmê vekirin, dewreyên perwerdeyê ji hezaran jinan li kamp, gund, bajarok û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re vekirin.
 
Weqfê bi kar û xebatên xwe ku di 7 salan de li dar xistine, bala her kesî kişand ser xwe.
 
Kar û xebatên di 2022'yan de hatine kirin
 
Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê kar û xebatên xwe di bin navên komîteyên tenduristî, perwerde, qanûn û aboriyê de li gorî bernameyên diyar dimeşîne. Her komîteyek dewreyan ji zarok û jinan re vedike, li aliyekî hewl dide wan perwerde bike û li aliyekî din hewl dide pirsgirêkên din çareser bike.
 
Tendirustî 
 
Komîteya Tenduristiyê îsal, dewreyên girtina tedbîrên xweparastinê yên pêwîst, çawa bi nexweşiya re mijûl bibin, destwerdana lezgîn vekirin. Di encamê de û piştî 3 mehan kadroyên tenduristiyê amade kirin. Di vê çarçoveyê de hezar û 679 kes hatin perwerdekirin di nav de 716 jin hene.
 
Klînîkên gerok ên girêdayî şaxa weqfê ya li Dêrikê, di salekê de xebatên tenduristiyê ji hezar û 326 nexweş re li 219 gundan pêşkêş kirin. Her wiha navendên tenduristiyê yên li Qamişlo, Hesekê, Girkê Legê, xebatên tenduristiyê ji 5 hezar û 195 nexweşan re pêşkêş kirin ku hemû jin û zarok bûn.
 
Weqf plan dike ku navendeke tenduristiyê ya taybet a jinan û zarokan di sala bê de li Kobanê veke.
 
Her wiha weqfê li Dirbêsiyê û Hesekê navendên tibê alternatîf vekirin û plan dike ku navendên wiha li Qamişlo û Dêrikê sala bê veke.
 
Hişyarî 
 
Vekirina dewreyên hişyarî yan jî zanabûnê yek ji xebatên weqfê yên herî girîng e. Di vê çarçoveyê de weqfê gelek dewreyên têkildarî têkoşîna li dijî zihniyeta baviksalarî, civak, malbat, zewac, hevjiyana azad, parastinê li dar xistine. Di heman demê de, dewre hem ji jinan hem ji mêran re li navendên weqfê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin vekirin. Li rex wê, di baxçeyên zarokan û navendên mûzîkê de dewre ji bo zarokan hatin vekirin. Bi giştî weqfê 381 dewre ji bo 2 hezar û 755 kesan vekirin.
 
Aborî
 
Ji bo pêşxistina jinan di aliyê aborî de û da ku bikare biryaran di vî warî de bide, weqfê dewreyên dirûtinê, porçêkirinê vekirin. Di vê çarçoveyê de 625 jin li ser dirûtinê û 345 jin li ser porçêkirinê hatin perwerdekirin.
 
Tevî van xebatan, weqfê alîkariya madî ji bo 3 xwendekaran re pêşkêş kirin ku li Zanîngeha Rojava dixwînin, her wiha ev alîkarî wê heta derçûnê berdewam bike.