Rêxistinên jinan li dijî Komkujiya Parîsê dengê xwe bilind kirin

  • 17:08 25 Kanûn 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Têkildarî Komkujiya Duyem a Parîsê, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan û Yekitiya Jinan a Êzidî daxuyaniyên cuda dan.
 
Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan û Yekitiya Jinên Êzidî Komkujiya Duyem a Parîsê şermezar kir û got: "Ev komkujî nîşaneya lawazbûna hêzên dijberên tevgerên jinan e."
 
Di daxuyaniya Rêxistina Sara de hate gotin, di 23'yê Kanûnê de çekdarekî êrişî Navenda Amhet Kaya ya Çanda Kurdan a li paytexta Fransayê Parîsê kir, di encamê de 3 welatî şehîd bûn û hin birîndar bûn.
 
Di dewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku komkujiya duyemîn hemwextî nêzîkbûna salvegera 10'emîn a komkujiya yekemîn pêk hat ku MÎT'ê di sala 2013'an de li dijî her sê jinên şoreşger ên Kurd, Sakîne, Fîdan û Leyla pêk anîbû.
 
Rêxistina Sara ev komkujî şermezar kir û bang li hikumeta Fransayê kir ku yekser sûcdaran eşkere bike, wan ceza bike û  rastiyê ji raya giştî re ragihîne.
 
Yekitiya Jinên Êzidî jî ev komkujî şermezar kir û got Komkujiya Duyem a Parîsê nîşaneya lawazbûna dewletên dijberî tevgera jinan e.
 
Yekitiyê destnîşan kir ku ev komkujî, bi nêzbûna salvegera 10'an a Komkujiya Yekem a Parîsê pêk hat.
 
Yekîtiyê di dawiya daxuyaniya xwe de soza xwe li hember tevahî şehîdên tevgera azadiyê nû kir û got ew ê têkoşîna xwe li dijî dijberên tevgera jinê dewam bikin û li hember her kesên hewl bidin derbeyê li destkeftiyên wan bidin, bisekinin.