Êrişên li dijî Rojava dewam dikin: 2 welatî birîndar bûn
- 15:31 25 Kanûn 2022
- Rojane
ŞEHBA - Êrişên dewleta tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê didomin. Di êrişa dewleta tirk a li ser gundekî Şerayê de 2 welatî birîndar bûn.
Dewleta tirk bi rokêtan gundê Tinibê yê girêdayî navçeya Şera ya herêma Efrînê topbaran kir.
Di encamê de 2 welatî birîndar bûn û zirarên madî çêbûn.