Şêniyên Efrînê bi meşekê komkujiya Parîsê şermezar kirin
- 15:22 25 Kanûn 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên herêma Efrînê bi meşekê komkujiya duyemîn a Parîsê şermezar kir.
Bi pêşengiya Kongreya Star, bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê bi meşekê komkujiya duyemîn a Parîsê şermezar kirin.
Meş ji rêya gundê Maratê yê navçeya Ehdasê dest pê kir û li qada gund bi dawî bû.
Di meşê de wêneyên şehîdên komkujiyê hatin hildan û dirûşmên "Bimire faşîst", "Berxwedan jiyan e", "Gel wê bi berxwedanê gel û "Jin, Jiyan, Azadî " hatin berzkirin.
Meşl li qada gund veguherî mîtîngê. Li ser navê Kongra Star Pelçîn Efrîn axivî û got: " 45 sal in Kurd têkoşîn dike û li ber xwe dide. Dijmin bi komkujiyan tu carî nikare vîna gel bişkîne û gel tune bike. Wê gel her tim li ser piyan bin."
Pelçîn Efrîn bang li hikumeta Parîsê kir ku tev bigere, sûcdaran ceza bike û Kurdan biparêze.
Li ser navê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê Ciwan Hesen jî got, ne tenê Kurdên li Rojava, heman demê li tevahî cîhanê tên hedefkirin.
Hesen wiha pê de çû: " Dixwazin Kurdan di aliyê çandî, hunerî û wêjeyî de tune bikin. Di komkujiya Parîsê de hevalên me bûn armanc, em ê asta xebatên xwe yên hunerî xurt bikin."
Di dawiyê de jî li ser navê Rêveberiya Xweser a Efrînê Sibhî El Ehmed axivî û diyar kir ku sîxûrên dewleta tirk hewl didin çanda Kurd di şexsê her sê şehîdan dan têk bibin û careke hewl didin jinan sûîqast bikin.
El Ehmed bang li hikumeta Parîsê kir ku helwesta xwe li hember komkujiyên li dijî Kurdên li wir zelal bike û cezayên tund bide sûcdaran.
Mîtîng bi silogana ''jin jiyan azadî'' û ''şehîd namirin'' bi dawî bû.