Nûnertiya HDP’ê ya Başûr têkildarî Komkujiya Parîsê daxuyanî da

  • 14:40 25 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê komkujiya Parîsê şermezar kir.
 
Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Başûrê Kurdistanê komkujiya li Parîsê ku tê de 3 pêşeng û welatparêzên Kurd jiyana xwe ji dest dan û 3 birîndar bûn şermezar kir.
 
Daxuyaniya Nûnertiya HDP’ê wiha ye: “Desthilatyariya faşîst a AKP-MHP’ê dezgeha darizandinê xistine jêr kontrola xwe û di bin navê darizandinê de dixwazin tevgera azadiya kurd û muxalefeta civakî tesfiye bikin. Bi dozên darizandinê yên li dijî azadî, vîn û mafên herî rewa, bi hezaran welatparêz xistine zindanan û bi hezaran jî neçar maye kû welat terk bikin û hatine mişextkirin. Bi polîtîkayên wisa re dixwazin Kurdistanê ji Kurdan vala bikin û neçarî koçberiyek ji derveyî welat bikin. Di nava kesên welat diterîkînen û derbasî dîasporayê dibin, kesên siyasetmedar ên hilbijartî, rewşenbîr, nivîskar û çalakvanên medenî jî hene.
 
Lê mixabin kesên derbasî dîasporayê dibin, ewlekariya wan a canî nîne û ji aliyê welatên ku lê dimînin ve jî nayên parastin. Lewma li rastî gef û êrişan tên û tên qetilkirin. Di salên dawiyê de bi taybet MÎT a Tirk, nemaze li beramberî kurdên Bakûr ên li diasporayê li pey nêçîrê ye û welatparêzên me dike armanc. Wan 2 salên dawiyê li Başûrê Kurdistanê bi destê dewleta Tirk a dagirker gelek welatparêzên me bûn hedef û di encama sûîqastan de hatin şehîtkirin. Her wiha li Ewropa jî, ji bo welatparêzên dîaspora “lîsteyên  mirinê” amade dike û dikin armanc. Ew tişt tevahî li ber çavê cîhanê tê kirin. Di sala 2013’yan de li Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez hatin qetilkirin. Di salên 2021-22’yan de li Silêmaniyê, li nava kolanên bajêr, Heval Şûkrî Serhat, Mehmet Zekî Çelebî, Mamoste Şemal û Nagîhan Akarsel hatin şehîtxistin.
 
Komkujiyên wisa yên terorîstî yên li beramberî welatparêzên me pêk tên, ji aliyê Dewleta Tirk a dagirker ve tên birêxistin û pêkanîn. Di 23.12.2022’yan de li Parîse li beramberî Komeleya Çanda Kurd a Ahmed Kaya û Kargehên welatêparêzên Kurd êrîşeke terorîstî pêk hat û di wê êrîşê de 3 welatparêzên me şehît bûn û 3 ji wan jî birîndar bûn.
 
Em wek Nûnertîya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê vê êrişa terorîstî bi tûndî şermezar û lenet dikin. Yekane rêya pêşîgirtina êrîş û komkujiyên wisa yên li beramberî gelê Kurd pêk tên, Yekîtiya Neteweya gelê Kurd e. Her hizbek ku xwe weke Kurd û neteweperwer a Kurd dibîne, divê li beramberî êriş û komkujiyên wisa yên terorîstî bêdeng nemîne û xwedî helwest be.
 
Em weke Kurd û dostên xwe bi berxwedan û têkoşîna xwe, em ê teqez pêşiya wan êrîş û komkujiyên ku ji aliyê diktatoriya faşîst a AKP-MHP ve pêk tên, bigirin û wan têxin sergoya dîrokê.
 
Ji Sarayan heya Nagîhanan, ji Şûkrî Serhedan heya Mamoste Şemalan, ji Jîna Emînîyan heta Evîn Goyiyan em soz didin ku em ê xeyal û armancên şehîdên şoreşê pêk bînin.”