Nobeda Edaletê di roja 657'emîn de dewam dike

  • 12:39 25 Kanûn 2022
  • Rojane
 
RIHA - Nobeda Edaletê ya Emîne û lawê wê Ferît Şenyaşar di roja 657'emîn de berdewam dike. 
 
Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) a di 9’ê Adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin di roja 657'emîn de berdewam dike. Ji ber ku dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye malbalt li mala xwe ya li Pirsûsê nobeda xwe didomîne. Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got: “Yên ku darazê li dijî lêgerînêrên maf wek zext bi kar tîne, wê nikaribin ji bo sibehê sozekê bidin. Civak li jiyana pratîk dinêre. Dayikek ku mala wê hatiye belavkirin, nêzî 2 salan e ji bo edaletê nobedê digire.”