Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn: Êrişa li Parîsê li dij demokrasiyê sûcekî giran e

  • 11:25 25 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Serokatiya Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn, êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya şermezar kir û got:" Êrişa li Parîsê li dij demokrasiyê sûcekî giran e."
 
Desteya Serokatiya Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn, ji hikûmeta Fransayê xwest ku Komkujiya Parîsê bi hemû aliyên xwe ve ronî bikin û kujeran ceza bike.
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Roja 23’ê Kanûna 2022’yan de li paytexta Fransa Parîsê, li dijî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya êrîşeke çekdarî pêk hat. Di encama vê êrîşê de 3 kes hatin qetilkirin û 3 kes jî birîndar bûn. Bi vê êrîşa nîjadperest û xayîn re hewl dan ku gelên ku dixwazin dengê xwe bidin bihîstin û dewlemendiya xwe ya çandî bidin nasîn, bitirsînin. Di heman demê de ev êrîş li hemberî demokrasiyê jî sûcekî giran e. Li navenda Ewropayê pêkanîna komkujiyên bi vî rengî nîşan dide tevgerên plankirî ên hin hêzan heye. Ji ber ku hişmendiya dijminatiya biyanî û li Rojhilata Navîn êrîşên rejîmên otorîter, ji êrîşên bi vî rengî re zemîn amade dike. Em daxwaz ji hikûmeta Fransayê dikin ku vê komkujiyê bi hemû aliyên xwe ve ronî bike û kiryar bên cezakirin. Em Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn, Komkujiya Parîs û kujeran şermezar dikin, em ji malbat kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazin, ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.”