Sekna li dijî tecrîdê: Hevkarî, rêxistinî, kolan!

  • 09:05 25 Kanûn 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr diyar kir ku li dijî tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan divê hevkarî, rêxistînî hebe û her kes dakeve kolanan. Esengulê bang li jinan, gelan û bindestan kir.
 
Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her diçe giran dibe û 21 mehe ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yidirim nayê girtin. Herî dawî di 25’ê Adara 2021’ê de  malbata wî hevdîtinek telefonê ya kurt pêk anî. Hevdîtinên parêzeran bi ‘qedexeyên hevdîtina parêzeran’ 6 mehan ku Dadgeriya Înfaza Bursayê tê dayîn tên astengkirin û yên malbatê jî bi cezayên dîsîplînê yên sê mehan yên Serokatiya Lijneya Dîsîplîna Îmraliyê tên astengkirin.  Ji bo rakirina tecrîdê  li her derê çalakî pêk tên û banga bidawîbûna tecrîdê tê kirin.
 
Ji bo bidawîbûna tecrîdê bang didomin
 
Herî dawî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û pêkhateyên wê bi saziyên demokratîk re di 2’ê Kanûnê de  li Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Beyoglu daxuyanî dan çepemeniyê û ji bo hevdîtin bi Ocalan re pêk bê bang kirin.
 
Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr der barê tecrîdê de û girîngiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo gelê Kurd bang kir.
 
Li dijî tecrîdê çalakî
 
Esengulê da zanîn ku 22 mehe agahî ji Rêberê PKK’ê nayê girtin û der barê rewaşa wî de tu agahî nayê dayîn û got: “Di vê pêvajoyê de hemû serlêdanên parêzer, malbat û siyasetmedaran hatin redkirin. Ev demek dirêje li dijî tecrîdê em xebatan dimeşin. Li Ewropayê jî çalakî û kampanya tên meşandin. Li dijî tecrîdê li kolanan çalakî pêk hatin.”
 
‘CPT bêdeng e’
 
Esengulê balkişand ser Komîteya Pêşîgirtina li Îşkencê ya Ewropa (CPT) û wiha dirêjî dayê: “CPT çû Îmraliyê. Lê tu agahî û daxuyanî neda. Hikûmetê got CPT çûye wir. Parêzeran xwest CPT daxuyaniyê bide. Em ketin nava hewldanan. Herî dawî Buroya Hiqûqê ya Asrinê daxuyaniyek da û gotin agahî girtine ku CPT çûye Îmraliyê. CPT wek saziyekê li ser daxaswza hikûmetan diçe serdanan û raporan amade dike. Hinek rêbazên hiqûqa navneteweyî hene. Ji ber vê divê berpirsyariya xwe bîne cih. Lê bêdengiya xwe diparêze.”
 
Tecrîd çima ranabe?
 
Esengulê bi lêv kir ku şertên tecrîda giran didomin û saziyên navneteweyî peywira xwe nayne cih û wiha dirêjî dayê: “Ji xwe helwesta bêperwa ya hikûmeta AKP’ê tê zanîn. Rayagiştî daxuyaniyek zelal dixwaze û dixwaze tecrîd rabe.Tecrîd dijmirovî û bêhiqûqî ye. Divê bêrakirin. Tecrîd bi tena serê xwe pirsgirêkek mezine. Ji ber vê jî em dibêjin ku hiqûq ji bo her kesî derbasdare û divê her kes li dijî vê tecrîdê be. Polîtîka tecrîdê li ser civakê jî pêk tînin. Tecrîda li Îmraliyê li ser hemû girtîgehan e. Divê her kes li dijî vê tecrîdê dengê xwe bilind bike. Divê bi awayekî topyekun jin ciwan, gel bindest li dijî tecrîdê bin.”
 
Armanca wan domandina desthilatdariyê ye
 
Esengulê wiha dawî li axaftina xwe anî: " Divê polîtîkaya dîlgirtina jiyanê bê dîtin. Ev saleke tecrîd li ser muxalefeta civakî jî zêde bûye. Ji ber vê jî divê her kes tecrîdê bi vî awayî bibînin. Hikûmeta AKP’ê ji bo desthilatdariya xwe bidomîne tecrîdê dimeşîne. Divê li dijî tecrîdê hevkarî, çalakî, rêxistinî hebe û her kes dakeve kolanan.”