Divê her kes li dijî operasyonan bertekê nîşan bidin

  • 09:01 25 Kanûn 2022
  • Rojane
 
Zelal Tunç
 
WAN - Bertekên li dijî operasyona binçavkirinê û zextan a li gelek bajarî li hember DBP’ê pêk hat didome. Li Wanê jinan diyar kir ku armanca operasyonan ev e ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  neveke rojevê û gotin wê li her qadê têbikoşin.
 
Bi talîmata Serdozgeriya Komarê ya Amedê duh nav de Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî navde heye li gelek bajaran bi awayekî hemw em polîsan bi ser mal û avahiyên DBP’ê de girt û bi dehan kes binçavkirin. Li Amed, Wan, Agirî, Muş, Êlih,Şirnex, Dîlokê hevserok û rêveberên DBP’ê hatin girtin. Polîs di dema lêgerînê de agahî neda  parêzeran û lêgerîn kir.  Di lêgerînan de pirtûk, lîsteya endaman, belge û plamayên partiyê hatin belavkirin.Piştî vê rêveber û endamên partiyê bertek nîşanê polîsan dan. Her wiha li gelek bajarî bi tevlibûna gelek kesî meş û daxuyanî pêk hatin û binçavkirin protesto kirin.
 
‘Li dijî polîtîka tecrîdê wê têkoşîna me bimeşe’
 
Li Wanê jinan bertek nîşanê zext û binçavkirinên li hember DBP’ê dan û diyar kirin ku tu zext wê bi wan şûnde gavê nedin avêtin. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya DBP’ê Aynur Sarica diyar kir ku serdegirtin dijhiqûqiye û armanca operasyonê ev e ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nekeve rojevê. Aynurê wiha dirêjî dayê: “Lê em dibêjin ku zext û binçavkirin wê serî bi me nedin tewandin. Armanca operasyonan diyare. Li dijî van operasyonan wê li her qadê xebata me bimeşe. Ji bo polîtîkayên tecrîdê ya li ser birêz Abdullah Ocalan bê şikandin wê têkoşîna me bidome.”
 
‘Jin û ciwan wê serî netewînin’
 
Endama Meclîsa Partiyê (PM) ya HDP’ê Sarya Bîlîcî jî êrişa polîsan a li hember xizmên girtiyan a di "Nobeta Edeletê" ya li Stenbolê û her wiha xistina parlamenteriya parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel bibîr xist û wiha got: “Çi dikin bila bikin ev zext û êriş wê têkoşîna me nedin sekinandin. Em ê xwedî li mafê xwe derkevin. Em ê tu qadê vala nehêlin. Desthilatdarî demên xwe yên dawî dijî. Ev operasyonek hilbijartinê ye. Bi salane zext li partiya me tê kirin. Lê li dijî van êrişan têkoşîna me roj bi roj mezin dibe. Em kurd wê xwedî li îrada xwe derkevin. Ez bawer dikim ku her kurd wê xwedî li Îrada xwe derkeve. Em jin û ciwan wê li her qadê têbikoşin.”
 
‘Wê li her derê xebata me bidome’
 
Rêvebera HDP’a Wanê Mukaddes Kara koç jî destnîşan kir ku ew zextan qebûl nakin û got: “Hewl didin xebatên partiya me îlegalîze bikin. Lê divê tu kes li dijî van êrişan bêdeng nemînin. Xebatên me wê li her qadê bidomin.”
 
'Semra parlamentera gel e'
 
‘Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyun jî bertek nîşanê operasyona binçavkirinê  û êrişan da û wiha nirxandina xwe kir: “Em îro bi qirkirina siyasî hişyar bûn. Em bi van polîtîkayan dizanin ku çi tê armanckirin. Em dizanin ku têkoşîna me çiqas girîng e. Em dizanin ku deshilatdarî dixwaze bi van polîtîkayan xwe xilas bike. Zîhniyeta parlamenteriya Semra Guzel û zîhniyeta îro vê operasyonê dike hemane. Lê ev polîtîka wê tu car pêşî li têkoşîna me negirin. Semra Guzel parlamentera gel e. Dengên gel girtine. Hewldanên desthilatdariyê wê bibe dawiya wê.”