ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2022'YAN

  • 09:00 25 Kanûn 2022
  • Rojev
 
* Bertekên li dijî operasyona binçavkirinê û zextan a li gelek bajarî li hember DBP’ê pêk hat didome. Li Wanê jinan diyar kir ku armanca operasyonan ev e ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  neveke rojevê û gotin wê li her qadê têbikoşin. BI DÎMEN 
 
*Parêzer Hulya Yildirim, got biryara betalkirina projeya HES'ê ya Zîlanê girîng e û got: “Em dengê ji bo texrîbata ekolojîk a herêma Kurdistanê nabihêzin. Têkoşîna ekolojîk bi salane ji bo vê tê dayîn.” BI DÎMEN 
 
* Di sala 2022’yan de li hember rojnamegerên jin bipêkirinên mafan bê navber berdewam kirin. Li seranserê cîhanê 12 rojnamegerên jin hatin qetilkirin û 42 rojnameger jî hatin girtin. Tirkiye jî di nav welatan de di binpêkirina mafan de di rêza yekem de cih girt. PANORAM-BI DÎMEN 
 
*Jinên ciwan ên ku tevli Konferansa Ciwanên HDP’ê bûn gotin, “Weke jinên ciwan em ê rêxistinbûna xwe berfireh bikin û tecrîd û faşîzmê  têk bibin, Em ê bi berxwedanê bibin bersiva êrîşan." DÎMEN HEYE
 
*Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr diyar kir ku li dijî tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan divê hevkarî, rêxistînî hebe û her kes dakeve kolanan. Esengulê bang li jinan, gelan û bindestan kir. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka KON MED'ê Zubeyde Zumrut êrîşa çekdarî ya li hember Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya Parîsê nirxand û got êrîş plankirî ye û berdewamiya êrîşa li hember sê siyasetmedarên Kurd ên di 9’ê Çileyê 2013’an de hatiye qetilkirinê ye. Zubeydeyê got divê komkujiya Fransayê bê ronîkirin.
 
*Jinên siyasetmedar ên DBP û HDP’yî li hemberî êrişên qirkirina siyasî yên hemwext bi ser avahiyên DBP’ê yên gelek bajaran pêk hatine bertek nîşan dan û gotin: “Ev parçeyek ji stratejiya îqtidarê ya hilbijartinê ye. Îqtidar dixwaze bi van rêbazan xwe li ser lingan bigire lê belê li hemberî wê têkoşînek tucar serî netewandiye, heye. Wê îro jî ev êriş bi ser nekevin û em ê êrişan vala derbixin.” DÎMEN HEYE