Saziyên ziman: Êrişa li Parîsê rûyê qirêj ê nîjadperestiyê raxist pêş çavan

  • 19:38 24 Kanûn 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Saziyên ziman têkildarî êrişa li ser Navenda Çandê ya Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê wiha got:"Hemû êrişên li ser Kurdistanê, li ser hebûna kurdan û li ser ziman, çand û nirxên kurdan tekane û tekane bêrêziya li mafên mirovan û dijminatiya li hemberî kurdan nîşan didin.”
 
Têkildarî êrişa li ser Navenda Çandê ya Kurd a Ahmet Kaya ya Paytexta Parîsa Firansayê ku 3 kesî jiyana xwe ji dest da  saziyên ziman daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat gotin:"Wek saziyên ziman, em vê êrişa hovane ya li ser gelê xwe bi awayekî herî tund şermezar û nelet dikin û bangî raya navneteweyî û raya giştî dikin ku ji bo ronkirina vê qirkirinê li ser gotinên xwe bin û rê nedin ku ew di nav bêdengiyê de were jibîrkirin."
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin;
 
"Êrişa li Parîsê ku kurd û sazî û kargehên wan ji xwe re kirin armanc rûyê qirêj ê nijadperestiyê careke din raxiste ber çavan. Mixabin ev êriş ne ya yekem e. Qirkirina sê jinên kurd a li Parîsê hê jî di bîra gelê kurd de zindî ye. Ev êrişa hovane, rastî beriya salvegera vê qirkirinê hat û rola wan hêzan anî bîra kurdan ku dixwazin li her derê cihanê kurdan ji mafên wan bêpar bihêlin, bêdeng bikin, di nav xwe de bihelînin û bê kesayet bikin. Divê baş were zanîn ku beriya niha jî gelê kurd gelek komkujî dîtine û berdelên giran dane, lê gelê kurd tu carî serî netewandine. Em baş dizanin, yên ku ji ber berjewendiyên xwe di nav welatê xwe de ji bo dewletên kujer û kesên nijadperest rasterast derfetan diafirînin û pêşiya wan vedikin an jî naxwazin kiryarên wan bibînin, ne dikarin hesabê van êrişan bipirsin ne jî dikarin bergiriyên pêwîst bigirin da ku ev êriş û qirkirin dubare nebin. 
 
Wek saziyên ziman, em vê êrişa hovane ya li ser gelê xwe bi awayekî herî tund şermezar û nelet dikin û bangî raya navneteweyî û raya giştî dikin ku ji bo ronkirina vê qirkirinê li ser gotinên xwe bin û rê nedin ku ew di nav bêdengiyê de were jibîrkirin. Wekî hemû gelên dinyayê, mafê gelê kurd e ku di nav aştî û aramiyê de bi reng û dengê xwe û mafên xwe bijî. Hemû êrişên li ser Kurdistanê, li ser hebûna kurdan û li ser ziman, çand û nirxên kurdan tekane û tekane bêrêziya li mafên mirovan û dijminatiya li hemberî kurdan nîşan didin. 
 
Dubare, em vê komkujiya hov nelet dikin û xwe hevparê êşa gelê xwe dizanin. Dê serkeftin ya gelê kurd be!" 
 
Komele û saziyên kurdî yên ku îmzeya wan li bin daxuyaniyê ne ev in: 
 
"Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê, Kovara Destar, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Arî, Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arsîsayê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Botanê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Ankayê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Birca Belekê, Înstîtuya Kurdî ya li Stockholmê, Înstîtûya Kurdî ya li Elmanyayê, Enstîtuya Kurdî ya Brukselê, Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê"