Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
- 13:01 23 Kanûn 2022
- Rojane
STENBOL - Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç tevî Alî Konar birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo karibin hevdîtinê bikin careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê her wiha serî li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê wergirtin.