Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin 2022-12-23 13:01:59     STENBOL - Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç tevî Alî Konar birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Malbata Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo karibin hevdîtinê bikin careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.   Malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê her wiha serî li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.   Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan nayê wergirtin.