Ji bo parêzer Elîf Îpek Tîrenç Ulaş a endama Rosayê cezayê hepsê

  • 11:57 22 Kanûn 2022
  • Hiqûq
 
AMED - Ji bo parêzer Elîf Îpek Tîrenç Ulaş ku ji dosyaya Komeleya Jinan a Rosayê tê darizandin heta 15 salan cezayê hepsê hat xwestin.
 
7'emîn daneşîna doza endama Lijneya Rêveberiyê ya Komeleya Jinan a Rosayê Elîf Îpek Tîrenç Ulaş ku bi îdaya "endamtiya rêxistinê" jê tê darizandin li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Li daneşînê Elîf û parêzerên xwe Gozde Ergîn û Oyku Çakmak amade bûn. 
 
Dozger ceza xwest
 
Di daneşîna ku heyet têde hat guhertin de makamê îdayê mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir, îda kir ku Elîf sûcê tê gotin kiriye û derbarê Elîfê de ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan ceza xwest.
 
Parêzerên Elîfê dem xwestin. Heyeta dadgehê ya demkî jî doz taloqî 28'ê Sibata 2023'yan kir.