Ji bo parêzer Elîf Îpek Tîrenç Ulaş a endama Rosayê cezayê hepsê 2022-12-22 11:57:11     AMED - Ji bo parêzer Elîf Îpek Tîrenç Ulaş ku ji dosyaya Komeleya Jinan a Rosayê tê darizandin heta 15 salan cezayê hepsê hat xwestin.   7'emîn daneşîna doza endama Lijneya Rêveberiyê ya Komeleya Jinan a Rosayê Elîf Îpek Tîrenç Ulaş ku bi îdaya "endamtiya rêxistinê" jê tê darizandin li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Li daneşînê Elîf û parêzerên xwe Gozde Ergîn û Oyku Çakmak amade bûn.    Dozger ceza xwest   Di daneşîna ku heyet têde hat guhertin de makamê îdayê mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir, îda kir ku Elîf sûcê tê gotin kiriye û derbarê Elîfê de ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan ceza xwest.   Parêzerên Elîfê dem xwestin. Heyeta dadgehê ya demkî jî doz taloqî 28'ê Sibata 2023'yan kir.