Saziyên ziman: Li dijî êrişên li ser ziman têkoşîna parastinê bilind bikin
- 13:55 14 Kanûn 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Têkildarî êrişa li dijî zimanê kurdî ya bi destên berpirsên ATV'ê û pêşkêşvana bernameyê ya bi navê Esra Erol û sazkarên bernameyê saziyên ziman û wêjeyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin:"Em bang û gazî li hemû kurdên li her derê Kurdistan û cîhanê dikin ku li dijî êrişên cur bi cur ên li ser zimanê kurdî û nirxên neteweya kurd, têkoşîna parastin û pêşxistina ziman û nirxên kurdewar li her derê bilind bikin, ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê ji her milî ve û li her qadê bênavber têbikoşin."
Herî dawiyê di bernameyeke kanala televîzyonê ya bi navê ATV'yê de, berpirsên tv'yê û pêşkêşvana bernameyê ya bi navê Esra Erol û sazkarên bernameyê bi hest û ramanên nîjadperest û faşîst, bi rengekî li dijî mirovahiyê nehiştin ku dayikeke kurd bi kurdî axîn û nalîna xwe bine zimên, pêşî li ber vê yekê girtin. Têkildarî mijarê gelek sazî û dezgehên ziman û wêjeyê bi daxuyaniyeke nivîskî bertekên xwe nîşan dan û gotin:"Li her qadê bênavber têbikoşin, li her derê û her kêliyê bi kurdî biaxivin, bi kurdî bixwînin, bi kurdî binivîsînin û bi kurdî bijîn; her derê bikin dibistan û zanîngehên kurdî."
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Ji Çapemenî û Raya Giştî re
Nirxekî herî pîroz ê neteweyekê zimanê wê ye. Bikaranîna zimanê dayikê ya li her derê ku jiyan lê hebe tiştekî herî xwezayî ye. Ji ber vê hemû helwest û astengiyên li pêşiya bikaranîna zimanê dayikê sûcekî herî giran ê li dijî mirovahiyê ye, bêexlaqî, bêrûmetî û bêbextiya herî mezin e. Sed mixabin ev sûc û bêexlaqî, ev bêbextî û bêrûmetî her roj, ji aliyê desthilatdarî û derdorên nîjadperest û faşîst ve bi awayên cuda, li dijî zimanê kurdî û neteweya kurd tên meşandin.
Herî dawiyê di bernameyeke kanala televîzyonê ya bi navê ATV'yê de, berpirsên tv'yê û pêşkêşvana bernameyê ya bi navê Esra Erol û sazkarên bernameyê bi hest û ramanên nîjadperest û faşîst, bi rengekî li dijî mirovahiyê nehiştin ku dayikeke kurd bi kurdî axîn û nalîna xwe bine zimên, pêşî li ber vê yekê girtin.
Em vê nêzîkatiya bêexlaq, bêbext, hov, faşîzan û neyarane ya kanala faşîst a ATV, Esra Erol û sazkarên bernameyê bi tundî şermezar û nelet dikin. Divê ew û yên wek wan baş bizanin ku kurdî bext û rûmeta me ye, yê destdirêjiyê li rûmeta me dike ew bêrûmet û bêbext e, ji mirovahiyê derketiye. Divê berpirsên kanala ATV û pêşkêşvan Esra Erol demildest lêborîna xwe ji neteweya kurd bixwazin. Nexwe neteweya kurd dê heta hetayê wan nelet bike, axîn û nalînên dayikên kurd dê xwe li qirika wan bide.
Bêguman divê tu kurd dernekevin kanalên televîzyonên ku neyartiya me kurdan dikin û pêşî li ber bikaranîna ziman û nirxên me yên kurdewar digirin. Û divê kurd wan kanalên temaşe nekin. Divê kurd kanalên kurdî yên kurdewar û azadîparêz temaşe bikin.
A herî girîng jî divê baş bê zanîn ku ev nêzîkatiyên hovane û faşîzane ne takekesî ne, nêzîkatiyên serdest, desthilatdar û hevkarên wan ên li dijî kurdan e. Armanc jiholêrakirina nirxên neteweya kurd ên bingehîn in, ku ev kurdkujî bi xwe ye.
Bi vê boneyê em bang û gazî li hemû kurdên li her derê Kurdistan û cîhanê dikin ku li dijî êrişên cur bi cur ên li ser zimanê kurdî û nirxên neteweya kurd, têkoşîna parastin û pêşxistina ziman û nirxên kurdewar li her derê bilind bikin, ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê ji her milî ve û li her qadê bênavber têbikoşin, li her derê û her kêliyê bi kurdî biaxivin, bi kurdî bixwînin, bi kurdî binivîsînin û bi kurdî bijîn; her derê bikin dibistan û zanîngehên kurdî.
*Komele û saziyên kurdî ku îmzeya wan li bin daxuyaniyê heye wiha ne;
*Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê
*Kovara Destar
*Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
*Enstîtuya Kurdî ya Amedê
*Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Arî
*Komeleya Wêjekarên Kurd
*Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arsîsayê
*Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Botanê
*Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê
*Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Ankayê
*Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê
*Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Birca Belekê
*Înstîtuya Kurdî ya li Stockholmê
*Înstîtûya Kurdî ya li Elmanyayê
*Enstîtuya Kurdî ya Brukselê
*Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê"