Saziyên ziman: Li dijî êrişên li ser ziman têkoşîna parastinê bilind bikin 2022-12-14 13:55:51     NAVENDA NÛÇEYAN - Têkildarî êrişa li dijî zimanê kurdî ya bi destên berpirsên ATV'ê û pêşkêşvana bernameyê ya bi navê Esra Erol û sazkarên bernameyê saziyên ziman û wêjeyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin:"Em bang û gazî li hemû kurdên li her derê Kurdistan û cîhanê dikin ku li dijî êrişên cur bi cur ên li ser zimanê kurdî û nirxên neteweya kurd, têkoşîna parastin û pêşxistina ziman û nirxên kurdewar li her derê bilind bikin, ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê ji her milî ve û li her qadê bênavber têbikoşin."   Herî dawiyê di bernameyeke kanala televîzyonê ya bi navê ATV'yê de, berpirsên tv'yê û pêşkêşvana bernameyê ya bi navê Esra Erol û sazkarên bernameyê bi hest û ramanên nîjadperest û faşîst, bi rengekî li dijî mirovahiyê nehiştin ku dayikeke kurd bi kurdî axîn û nalîna xwe bine zimên, pêşî li ber vê yekê girtin. Têkildarî mijarê gelek sazî û dezgehên ziman û wêjeyê bi daxuyaniyeke nivîskî bertekên xwe nîşan dan û gotin:"Li her qadê bênavber têbikoşin, li her derê û her kêliyê bi kurdî biaxivin, bi kurdî bixwînin, bi kurdî binivîsînin û bi kurdî bijîn; her derê bikin dibistan û zanîngehên kurdî."   Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Ji Çapemenî û Raya Giştî re    Nirxekî herî pîroz ê neteweyekê zimanê wê ye. Bikaranîna zimanê dayikê ya li her derê ku jiyan lê hebe tiştekî herî xwezayî ye. Ji ber vê hemû helwest û astengiyên li pêşiya bikaranîna zimanê dayikê sûcekî herî giran ê li dijî mirovahiyê ye, bêexlaqî, bêrûmetî û bêbextiya herî mezin e. Sed mixabin ev sûc û bêexlaqî, ev bêbextî û bêrûmetî her roj, ji aliyê desthilatdarî û derdorên nîjadperest û faşîst ve bi awayên cuda, li dijî zimanê kurdî û neteweya kurd tên meşandin.    Herî dawiyê di bernameyeke kanala televîzyonê ya bi navê ATV'yê de, berpirsên tv'yê û pêşkêşvana bernameyê ya bi navê Esra Erol û sazkarên bernameyê bi hest û ramanên nîjadperest û faşîst, bi rengekî li dijî mirovahiyê nehiştin ku dayikeke kurd bi kurdî axîn û nalîna xwe bine zimên, pêşî li ber vê yekê girtin.   Em vê nêzîkatiya bêexlaq, bêbext, hov, faşîzan û neyarane ya kanala faşîst a ATV, Esra Erol û sazkarên bernameyê bi tundî şermezar û nelet dikin. Divê ew û yên wek wan baş bizanin ku kurdî bext û rûmeta me ye, yê destdirêjiyê li rûmeta me dike ew bêrûmet û bêbext e, ji mirovahiyê derketiye. Divê berpirsên kanala ATV û pêşkêşvan Esra Erol  demildest lêborîna xwe ji neteweya kurd bixwazin. Nexwe neteweya kurd dê heta hetayê wan nelet bike, axîn û nalînên dayikên kurd dê xwe li qirika wan bide.   Bêguman divê tu kurd dernekevin kanalên  televîzyonên ku neyartiya me kurdan dikin û pêşî li ber bikaranîna ziman û nirxên me yên kurdewar digirin. Û divê kurd wan kanalên temaşe nekin. Divê kurd kanalên kurdî yên kurdewar û azadîparêz temaşe bikin.    A herî girîng jî divê baş bê zanîn ku ev nêzîkatiyên hovane û faşîzane ne takekesî ne, nêzîkatiyên serdest, desthilatdar û hevkarên wan ên li dijî kurdan e. Armanc jiholêrakirina nirxên neteweya kurd ên bingehîn in, ku ev kurdkujî bi xwe ye.   Bi vê boneyê em bang û gazî li hemû kurdên li her derê Kurdistan û cîhanê dikin ku li dijî êrişên cur bi cur ên li ser zimanê kurdî û nirxên neteweya kurd, têkoşîna parastin û pêşxistina ziman û nirxên kurdewar li her derê bilind bikin, ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê ji her milî ve û li her qadê bênavber têbikoşin, li her derê û her kêliyê bi kurdî biaxivin, bi kurdî bixwînin, bi kurdî binivîsînin û bi kurdî bijîn; her derê bikin dibistan û zanîngehên kurdî.   *Komele û saziyên kurdî ku îmzeya wan li bin daxuyaniyê heye wiha ne;   *Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê   *Kovara Destar   *Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê   *Enstîtuya Kurdî ya Amedê   *Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Arî   *Komeleya Wêjekarên Kurd   *Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arsîsayê   *Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Botanê   *Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê   *Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Ankayê   *Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê   *Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Birca Belekê   *Înstîtuya Kurdî ya li Stockholmê   *Înstîtûya Kurdî ya li Elmanyayê   *Enstîtuya Kurdî ya Brukselê   *Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê"