Êrişa nîjadperestî li dijî HDP'ê ya Keçiorenê hat kirin
- 13:36 13 Kanûn 2022
- Rojane
ENQERE - Vê serê sibehê û do bi şev êrişa nîjadperestî li dijî avahiya HDP'ê ya Keçiorenê hat kirin.
Vê serê sibehê û do bi şev êrişa nîjadperestî li dijî avahiya HDP'ê ya Keçiorenê hat kirin. Di êrişê de alên HDP'ê hatin çirandin û cam hatin şikandin.
Kesên nîjadperest îro jî li dîwaran nivîs nivîsandin. Di ketina avahiyê de nivîsa "Ez bextewar im ku ez tirk im" û çêrên zayendperest hatibû nivîsandin.
Ji ber kamerayên avahiyê qeyd nedigirtin loma jî kesên êriş kirin nehatin tespîtkirin.
Lêkolîna polîsan û karên girtekê yên li avahiyê didomin.