Êrişa nîjadperestî li dijî HDP'ê ya Keçiorenê hat kirin 2022-12-13 13:36:29   ENQERE - Vê serê sibehê û do bi şev êrişa nîjadperestî li dijî avahiya HDP'ê ya Keçiorenê hat kirin.   Vê serê sibehê û do bi şev êrişa nîjadperestî li dijî avahiya HDP'ê ya Keçiorenê hat kirin. Di êrişê de alên HDP'ê hatin çirandin û cam hatin şikandin.    Kesên nîjadperest îro jî li dîwaran nivîs nivîsandin. Di ketina avahiyê de nivîsa "Ez bextewar im ku ez tirk im" û çêrên zayendperest hatibû nivîsandin.    Ji ber kamerayên avahiyê qeyd nedigirtin loma jî kesên êriş kirin nehatin tespîtkirin.    Lêkolîna polîsan û karên girtekê yên li avahiyê didomin.