Şandeya Katalonyayê bi Kongreya Star re civîn li dar xist
- 15:41 5 Kanûn 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Katalonyayê li bajarê Qamişloyê bi Kongreya Star re civîn li dar xist.
Şandeya Katalonyayê ya bi serokatiya parlamenter Robin Wansberg serdana navenda Kongreya Star a li bajarê Qamişloyê kir. Şande ji aliyê endamên Komîteya Têkilî û Lihevkirinên Demokratîk a Kongreya Star ve hat pêşwazîkirin.
Endamên komîteyê Rûken Ehmed û Menal Mihemed Kongre Star bi şandeyê re dane nasîn.
Di hevdîtinê de gelek mijar, wekî konfederaliya demokratîk, doza gelên bindest û bê welat û pirsgirêka demokrasiyê di sîstema netewedewlet de hatin nîqaşkirin.
Herdu aliyan girîngiya pêşxistina çalakî û têkiliyên hevbeş destnîşan kirin.
Hêjaye bibîrxistinê ye ku şandeya Katalonyayê roja Şemiyê (3'yê Kanûnê) serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kombenda Efrîn a Civakî yên li Qamişloyê kirin.