Bi hinceta cezayê dîsîplînê înfaza wê şewitandin
- 11:22 1 Kanûn 2022
- Rojane
ENQERE - Înfaza Rozerî Kurt a ku li Gîrtîgeha Jinan a Sîncanê dimîne bi hinceta "cezayê dîsîplînê" hat şewitandin.
Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê gelek caran bi hincetên pûç û vala înfaza girtiyan tê şewitandin. Rozerîn Kurt a ku di 2016'an de 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hat birin, li gel ku divê di 28'ê Mijdarê de bihata tahliyekirin bi hinceta, "cezayê wê yê dîsîplînê heye. Înfaza wê hat şewitandin."