Bi hinceta cezayê dîsîplînê înfaza wê şewitandin 2022-12-01 11:22:20     ENQERE - Înfaza Rozerî Kurt a ku li Gîrtîgeha Jinan a Sîncanê dimîne bi hinceta "cezayê dîsîplînê" hat şewitandin.    Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê gelek caran bi hincetên pûç û vala înfaza girtiyan tê şewitandin.  Rozerîn Kurt a ku di 2016'an de 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hat birin, li gel ku divê di 28'ê Mijdarê de bihata tahliyekirin bi hinceta, "cezayê wê yê dîsîplînê heye. Înfaza wê hat şewitandin."