16 deverên cuda yên Efrînê hatine bombebarankirin
- 11:47 30 Mijdar 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Di 24 saetên dawî de 16 deverên cuda yên Efrînê hatine bombebarankirin.
Êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike. Di 24 saetên dawîn de 16 deverên li navçeyên Şera û Şêrawa û kantona Şehba bi 189 topên obîs û hawanan topbaran kirin.
Dewleta tirk di 24 saetên dawîn de 16 deverên li navçeyên Şera û Şêrawa û kantona Şehba bi 189 topên obîs û hawanan topbaran kirin. Di êrişên li gundê Soxanekê de 2 welatî birîndar bûn.
Deverên ku hatine topbarankirin ev in;
Şera: Tatmaraş, Merenaz, Elqemiyê, Malikiyê, Tinib, Îrşadiyê, Şewarxa.
Şêrawa: Meyasê, Bênê, Soxanekê.
Şehba: Zîwan, Eyn Deqnê, Bêlûniyê, bendava Şehba, Şêx Îsa, Til Rifet.
Di encama topbaran li ser gundê Soxanekê ya girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî de 2 welatî birindar bûn.
Balafirên keşfê yên biçek yê dewleta tirk jî bênavber li asîmanê herêmê digerin.