16 deverên cuda yên Efrînê hatine bombebarankirin 2022-11-30 11:47:41     NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Di 24 saetên dawî de 16 deverên cuda yên Efrînê hatine bombebarankirin.   Êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike.  Di 24 saetên dawîn de 16 deverên li navçeyên Şera û Şêrawa û kantona Şehba bi 189 topên obîs û hawanan topbaran kirin.   Dewleta tirk di 24 saetên dawîn de 16 deverên li navçeyên Şera û Şêrawa û kantona Şehba bi 189 topên obîs û hawanan topbaran kirin. Di êrişên li gundê Soxanekê de 2 welatî birîndar bûn.   Deverên ku hatine topbarankirin ev in;   Şera: Tatmaraş, Merenaz, Elqemiyê, Malikiyê, Tinib, Îrşadiyê, Şewarxa.   Şêrawa: Meyasê, Bênê, Soxanekê.   Şehba: Zîwan, Eyn Deqnê, Bêlûniyê, bendava Şehba, Şêx Îsa, Til Rifet.   Di encama topbaran li ser gundê Soxanekê ya girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî de 2 welatî birindar bûn.   Balafirên keşfê yên biçek yê dewleta tirk  jî bênavber li asîmanê herêmê digerin.