Dewleta tirk dîsa Kobanê bombebaran kir
- 08:19 29 Mijdar 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Kobanê didomin. Balafirên TSK'ê rojhilat û başûrê Kobanê bombebaran kirin.
Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Kobanê didomin. Hat diyarkirin ku Hêzên Çekdar ên Tirk gundê Qeremoxê yê li rojhilatê Kobanê û navenda tenduristiyê ya gund bombeberan kiriye.
Li gorî nûçeya Rojnewsê TSK'ê bi çekên giran êriş biriye ser Tepê Miştenûrê yê Kobanê û mezrika Ehmed Munîrê ya Kobanê ku li başûrê bajêr dikeve.