Dewleta tirk dîsa Kobanê bombebaran kir 2022-11-29 08:19:50     NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Kobanê didomin. Balafirên TSK'ê rojhilat û başûrê Kobanê bombebaran kirin.   Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Kobanê didomin. Hat diyarkirin ku Hêzên Çekdar ên Tirk gundê Qeremoxê yê li rojhilatê Kobanê û navenda tenduristiyê ya gund bombeberan kiriye.   Li gorî nûçeya Rojnewsê TSK'ê bi çekên giran êriş biriye ser Tepê Miştenûrê yê Kobanê û mezrika Ehmed Munîrê ya Kobanê ku li başûrê bajêr dikeve.