Li Manîsayê gelek kes hatin binçavkirin
- 14:00 28 Mijdar 2022
- Rojane
MANÎSA - Li navçeya Saruhanliyê di serdegirtina malan de herî kêm 11 HDP’yiyên ku di nav wan de hevserok Evîn Gursel jî heye hatin binçavkirin.
Li navçeya navendî ya Manîsa, Saruhan û Alaşehîrê danê sibehê di serdegirtina malan de herî kêm 11 kes hatin binçavkirin. Di serdegirtinên li Saruhanliyê de Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Saruhanliyê Evîn Gunsel, Rêveberiya HDP'ê ya Manîsayê Kadriye Karagoz û Firat Daşkin ji navçeya Alaşehîrê, Îbrahîm Halîl Mungan ji navçeya Salîhliyê û 7 endamên HDP'ê yên navçeya Manîsayê. li Şaxa TEM'ê ya Manîsayê tên girtin.
Di Newroza 2022’yan de dirûşmeyên ku di Newroza 2022’yan de berz kirin û parvekirinên wan ên medyaya dîjîtal weke sedema binçavkirina 11 kesan hatin nîşandan.
Li aliyê din agahî hatin parvekirin ku dibe hejmara binçavkirinan zêde bibe.