Li Manîsayê gelek kes hatin binçavkirin 2022-11-28 14:00:24     MANÎSA - Li navçeya Saruhanliyê di serdegirtina malan de herî kêm 11 HDP’yiyên ku di nav wan de hevserok Evîn Gursel jî heye hatin binçavkirin.   Li navçeya navendî ya Manîsa, Saruhan û Alaşehîrê danê sibehê di serdegirtina malan de herî kêm 11 kes hatin binçavkirin. Di serdegirtinên li Saruhanliyê de Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Saruhanliyê Evîn Gunsel, Rêveberiya HDP'ê ya Manîsayê Kadriye Karagoz û Firat Daşkin ji navçeya Alaşehîrê, Îbrahîm Halîl Mungan ji navçeya Salîhliyê û 7 endamên HDP'ê yên navçeya Manîsayê. li Şaxa TEM'ê ya Manîsayê tên girtin.   Di Newroza 2022’yan de dirûşmeyên ku di Newroza 2022’yan de berz kirin û parvekirinên wan ên medyaya dîjîtal weke sedema binçavkirina 11 kesan hatin nîşandan.   Li aliyê din agahî hatin parvekirin ku dibe hejmara binçavkirinan zêde bibe.