Xwendevanan rê li trafîkê girt
- 14:52 27 Mijdar 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendevanên zanîngeha Germiyanê dest bi çalakiyê kirin, lê piştî hewldana rawestandina çalakiyê, xwendevanan rêya sereke ya Kelar-Silêmaniyê li trafîkê girtin.
Çalakiyên xwendevanên zanîngehê yên ji bo wergirtina xerca mehane bê navber dewam dikin. Li bajarokê Kelar a girêdayî îdareya Germiyanê xwendevanên zanîngeh û peymangehan bi boneya zextê li desthilatdariyê û aliyên peywendîdar bikin, dest bi çalakiyan kirin.