Xwendevanan rê li trafîkê girt 2022-11-27 14:52:52     NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendevanên zanîngeha Germiyanê dest bi çalakiyê kirin, lê piştî hewldana rawestandina çalakiyê, xwendevanan rêya sereke ya Kelar-Silêmaniyê li trafîkê girtin.   Çalakiyên xwendevanên zanîngehê yên ji bo wergirtina xerca mehane bê navber dewam dikin. Li bajarokê Kelar a girêdayî îdareya Germiyanê xwendevanên zanîngeh û peymangehan bi boneya zextê li desthilatdariyê û aliyên peywendîdar bikin, dest bi çalakiyan kirin.