Nobeda Edaletê di roja 625'an de ye

  • 15:39 23 Mijdar 2022
  • Rojane
 
 
RIHA - Malbata Şenyaşar di roja 625’emîn a çalakiya Nobeta Edaletê de got: “Yên ku vê têkoşîna li pêşiya edliyeyê jinedîtî ve tên, dê bersiva pêwîst li ser sindoqê bigirin.”  
 
Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî Malbata Şenyaşar kir û di encamê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 625’an de berdewam kir. Malbat, di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hat pêşiya Edliyeya Rihayê û çalakiya xwe domandin. 
 
Têkildarî mijarê malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev peyam parve kir: “Yên ku vê têkoşîna li pêşiya edliyeyê jinedîtî ve tên, dê bersiva pêwîst li ser sindoqê jê re bê dayîn. Ev yek zilm e û yên ku di hundirê #TBMM’ê de sûcê li dijî mirovahiyê dikin hene!”