Xizmên Girtiyan ji ber Girtîgeha Dumluyê bang kirin

  • 13:37 23 Mijdar 2022
  • Rojane
 
ERZIROM - Malbatên girtiyan ên ku li pêşiya Girtîgeha Dumluyê hatin ba hev, tecrîd û binpêkirinên mafan şermezar kirin. 
 
Xizmên girtiyên ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Erziromê tên ragirtin, têkildarî binpêkirinan daxuyanî dan. Gelek xizmên girtiyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de li ser navê malbatên girtiyan Servet Kamiş axivî û da zanîn ku girtîgeh di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de ne. Servet, diyar kir ku tecrîd tê wateya binpêkirina mafên mirovan û da zanîn ku ew sepanên keyfî yên li girtîgehan qebûl nakin. Servet, anî ziman ku girtî di hucreyên yekkesî de tên ragirtin û wiha pê de çû: “Li tu deverekê din ê cîhanê tiştekî wiha nîne. Girtî, ev du hefte ne li dijî tecrîda girankirî û sepanên keyfî ketine greva birçîbûnê. Em piştgiriyê didin vê berxwedana birûmet a girtiyan.” 
 
Di berdewamê de Servet ev tişt anî ziman: “Divê em deng bidin dengê zarokên xwe, bi wan re têkoşîneke hevpar bimeşînin û li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan derkevin. Me bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir û me jê re got ku daxwazên zarokên me, daxwazên hiqûqî û însanî ne.”